Li Amûdê bîranîna şehîdên meha Çileyê

Şêniyên navçeya Amûdê bi merasîmekê 11 şehîdên meha Çileyê de bi bîr anîn.

Li Amûdê bîranîna şehîdên meha Çileyê
30 ÇILE, 2023   10:17
QAMIŞLO

Merasîma bîranîna şehîdan bi amadebûna bi sedan şêniyan li navenda PYD’ê a navçeya Amûdê hat lidarxistin.

Di merasîmê de weneyên şehîdên meha Çileyê, posterên rêber Abdullah Ocalan û alên Meclisa Malbatên Şehîdan hatin rakirin.

Di meresîmê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê Zîwar Elî axivî.

Di dawî de nasnameyên 11 şehîdan ji aliyê Medya Sedon ve hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Merasîm bi dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.

(dg/bb)

ANHA