Nivîsgeha Jinan a TEV-DEMʹê ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan banga têkoşînê kir

Nivîsgeha Jinan a TEV-DEMʹê got "Em têkoşînê bidomînin heta ku azadiya fîzîkî ya rêber Apo mîsoger bikin. Serekftin dê para gelên azadîxwaz be."

Nivîsgeha Jinan a TEV-DEMʹê ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan banga têkoşînê kir
30 ÇILE, 2023   09:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîsgeha Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi daxuyaniyekê tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî kir.

Daxuyanî bi amadebûna endamên nivîsgehê li ber avahiya giştî ya TEV-DEMʹê ya li taxa Meheta ya bajarê Qamişloyê hat dayîn. Hevseroka Odeya Pîşesazî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sewsen Hisên daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de bang li rêxistinên mirovî û hiqûqî yên têkildar hat kirin ku rewşa tenduristî ya rêber Ocalan eşkere bikin û tecrîdê bi dawî bikin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ramanê rêber Ocalan ji hemû pirsgirêk û aloziyên li Rojhilata Navîn re kilîta çareseriyê ye û wiha hat domandin: "Em keda ku Rêbertî ji bo jinan daye, ji bîr nakin.”

Nivîsgeha Jinan a TEV-DEMʹê diyar kir ku dewleta Tirk kiryarên dermirovî li dijî rêber Ocalan dimeşîne û got: "Ev van kiryarên plankirî yên li dijî madeya yekemîn a peymana Ewropayê ya sala 1989ʹan a qedexekirina îşkencekirin an cezayên nemirovî qebûl nakin.

Divê bilez tedîbrên li gorî qanûnên navneteweyî werin girtin. Divê rêxistinên navneteweyî destwerdanê bikin û mercên elaqeya tenduristî ji bo rêber Abdullah Ocalan deynin."

Nivîsgeha Jinan a TEV-DEMʹê banga xurtkirina têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir û got: "Em têkoşînê berdewam bikin heta ku azadiya fîzîkî ya rêber Apo mîsoger bikin. Serkeftin dê para gelên azadîxwaz be."

(bb)

ANHA