​​​​​​​ʹDaxwaza me avakirina gund û bajarên ekolojîk eʹ

Endazyarên ku beşdarî Komxebata Endazyariyê bûbûn diyar kir ku komxebata wan girîng e û destnîşan kir ku hevsengiya xizmetguzariyê ya di navbera gund û bajaran de koçberiyê kêm dike.

​​​​​​​ʹDaxwaza me avakirina gund û bajarên ekolojîk eʹ
30 ÇILE, 2023   06:28
HESEKÊ – HENAR ÎBRAHÎM

28-29ʹê Çileyê, Komxebara Endazyariyê ya Yekemîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşma "Gund û bajarên ekolojîk ên birêxistinkirî û bajarvanî” li Hola Serdem a Hesekê hat lidarxistin.

Komxebat ji aliyê Desteya Rêveberiyên Xwecih û Jîngehê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve bi hevkariya Yekitiya Endazyarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Navenda Lêkolînan a Firatê, Navenda Lêkolînên Stratejîk a Rojava û zanîngehên Rojava, Şerq û Kobanê hat organîzekirin.

Der barê girîngiya komxebatê de, hevserokê Yekitiya Endazyarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Îbrahîm Hisên wiha axivî: "Armanc ji lidarxistina komxebatê birêxistinkirina avahîsazî û planên wê li bajaran e, nexasim ku di salên borî de gelek avahî bêserûber hatine avakirin ku ew jî li Rêveberiya Xweser bûn bar, ji ber wê jî lidarxistina vê komxebatê pir girîng bû."

Îbrahîm Hisên anî ziman ku komxebat di warê birêxistinkirin û perwerdekirina şêniyan der barê parastina xwezayê û avakirina avahiyên bêserûber de, roleke girîng dilîze.

Hisên destnîşan kir ku di komxebatê de biryar hat dayîn ku komeleyên avahiyên niştecihbûnê werin avakirin û piştgirî ji bo avaker û avahîsazan were dayîn.

VEGERA LI CIVAKA EKOLOJÎK

Endazyarê di Zanîngeha Rojava de Xalid Fetah diyar kir ku armanc ji lidarxistina komxebatê guhertina sîstema bajarvaniyê ya di bajaran de, guhertina hişmendiya civakê û vegera li civaka ekolojîk e.

Xalid Fetah destnîşan kir ku di komxebatê de gelek kesayet û ekîbên pispor ên di warê ekolojiyê û pêşketina bajarvaniyê beşdar bûn û got: "Ji bo vegera li gundewaran û kêmkirina enflasyona li bajaran kedeke mezin gerek e."

PÊŞXISTINA GUNDEWARAN

Endazyar û seroka nivîsgeha teknîk a Şaredariya Gel a Minbicê Alaa El Kesmo jî got: "Divê em bi rêya vê komxebatê di serî de xwe bigihînin gundên ekolojîk, piştre bajarên ekolojîk."

Alaa El Kesmo diyar kir ku plana sereke vegerandina gundên ekolojîk û sivikkirina barê bajaran e, her wiha agahdarkirina şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi girîngiya gundan û metirsiya koçberiya ber bi bajaran ve ye.

Di dawiya axaftina xwe de Alaa El Kesmo wiha axivî: “Plana duyemîn jî wek ku girîngî ji bo bajaran tê dayîn, her wiha ji bo gundan jî bê dayîn. Divê xizmetguzariya ku li bajaran tên pêşkêşkirin li gundan jî wiha bin. Bi vî awayî koçberiya ji gundan ber bi bajaran ve dê kêmtir bibe û pê re pirsgirêkên jîngehî jî dê çareser bibin.”

(mh)

ANHA