Projeyên xwendekarên Zanîngeha Rojava di pêşangeha teknolojiyê de

7 projeyên xwendekarên Zanîngeha Rojava di Pêşangeha Teknolojiyê ya Yekemîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de cih girt.

Projeyên xwendekarên Zanîngeha Rojava di pêşangeha teknolojiyê de
28 ÇILE, 2023   23:30
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Duh li Qamişloyê Pêşangeha Teknolojiyê ya Yekemîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê şîrketa Rcell ve hat vekirin. Pêşangeh bi beşdariya 24 şîrket û dahênerên li herêmê di 28`ê Çileyê de bi dawî bû.

Zanîngeha Rojava jî bi berhemên xwedekarên xwe yên Beşa Endazyariya Mekatronîkê ta Peymangeha Zanistên Teknîk tev li pêşangehê bû. 7 xwendekarên ku di dewreya 2021-2022`an der çûbûn, projeyên xwe di pêşangehê de pêşandan.

Piraniya projeyên xwendekaran têkildarî pêwîstiyên jiyanî yên ji bo malbat, kargeh û çandiniyê bûn; wekî înkubasyona çandiniya jîrek, robotên agirkujê û sarinca bi enerjiya tavê dixebite.

PROJEYA ÎNKUBASYONA ÇANDINIYA JÎREK

/kr/uploads/files/2023/01/28/191105_qamislo-yekemin-pesengeha-teknoloji-projeyen-xwendekaren-rojava-3.webp

Di nava projeyan de ya herî bi sûd ku rê li ber pêşketina berhemdayîna sebze û meyweyan vedike, înkubasyona çandiniya jîrek e.

Serokê Beşa Mekatronîkê ya Zanîngeha Rojava Omer Omer ji ajansa me re da zanîn ku pêşangeha teknolojiyê derfeta li pêş pêşandana projeyên xwendekaran vekir û got: “Projeya înkubasyona çandiniya jîrek sûdewar hate dîtin û hin şîrketan xwest vê projeyê pêk bînin.”

ANHA