Swêdê pêvajoya endamtiya NATO’yê rawestand

Wezîrê Karên Derve yê Swêdê Tobias Billstrom, eşkere kir ku Swêdê pêvajoya endamtiya NATO’yê ji bo demekê, rawestandiye.

Swêdê pêvajoya endamtiya NATO’yê rawestand
28 ÇILE, 2023   19:39
NAVENDA NÛÇEYAN 

Wezîrê Karên Derve yê Swêdê Tobia Billstrom, li ser endamtiya NATO’yê ya Swêdê daxuyanî da. Tobias da zanîn ku wan pêvajoya ji bo bibin endamê NATO’yê ji bo demekê rawestandiye û wiha axivî: “Piştî çalakiyên provokatîf em hewil didin hêrsa li hemberî Swêdê derbas bibe. Em 14’ê Gulanê ku wê li Tirkiyeyê hilbijartin bên kirin, ji nêz ve dişopînin. Armanca me ew e ku em tam bibin endam.”

Piştî destpêkirina şerê Rûsya-‘kraynayê, Swêd û Fînlandiyayê dev ji polîtîkayên negirtina tu aliyî berda û serî li NATO’yê da ku bibin endamên wê. Ji nav 30 welatan bi tenê Macaristan û Tirkiyeyê ji endamtiya wan a tifaqê re negot erê.