Li Heleb û herêma Firatê çalakiyên pîrozkirina salvegera serkeftina Kobanê

Şêniyên herêma Firatê, Heleb û Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê salvegera 8`an a serkeftina Kobanê li djiî çeteyên DAIŞ`ê pîroz kir û destnîşan kirin ku berxwedana Kobanê ji bo tevahî cîhanê bûye nimûne.

Li Heleb û herêma Firatê çalakiyên pîrozkirina salvegera serkeftina Kobanê
Li Heleb û herêma Firatê çalakiyên pîrozkirina salvegera serkeftina Kobanê
Li Heleb û herêma Firatê çalakiyên pîrozkirina salvegera serkeftina Kobanê
Li Heleb û herêma Firatê çalakiyên pîrozkirina salvegera serkeftina Kobanê
Li Heleb û herêma Firatê çalakiyên pîrozkirina salvegera serkeftina Kobanê
Li Heleb û herêma Firatê çalakiyên pîrozkirina salvegera serkeftina Kobanê
Li Heleb û herêma Firatê çalakiyên pîrozkirina salvegera serkeftina Kobanê
Li Heleb û herêma Firatê çalakiyên pîrozkirina salvegera serkeftina Kobanê
26 ÇILE, 2023   13:03
 NAVENDA NÛÇEYAN

Bi minasebeta salvegera 8`an a rizgarkirina bajarê Kobanê ji çeteyên DAIŞ`ê, Dayikên Aştiyê, Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û Meclisa Jinan daxuyaniyên cuda dan. Di daxuyaniyan de berxwedana dîrokî ya jinan di cenga Kobanê de hat silavkirin. Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya şaxê Minbicê û gundewarên wê jî li ser şerê şervanên YPJ/YPG`ê senevîzyonek nîşan da.

KOBANÊ

Bi navê Dayikên Aştiyê, Hevseroka Akademiya Şehîd Amgîhan Cûdî, Ronahî Ehmed daxuyaniyek xwend.

Ronahî got, “Di vê rojê de zarokên me bajarê Kobanê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kir û ji tevahî cîhanê re îsbat kir ku xwediyên maf her tim serkeftî ne û yên ku li ser fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan mezin bûn, wê azadiya xwe bi dest bixin.”

Ronahî bal kişand ser berxwedana dîrokî ya jinan di cenga Kobanê de û destnîşan kir ku jinan qeydên koletiyê şikand û li hember fikrê tarî yê DAIŞ`ê li hember jinan bi ser ket.

Bang li şêniyên herêmê hat kirin ku li hember mîrasê mezin ku şehîdan di oxira wê de cane xwe feda kirin, berpirsiyariyên xwe pêk bînin.

MINBIC

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/n-TJmuwNuDc" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>

Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Minbicê jî li ser berxwedana dîrokî ya li dijî çeteyên DAIŞ`ê senevîzyonek nîşan da.

Endamên meclisên sivîl, nûnerên partiyên siyasî, saziyên jinan û Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin beşdarî çalakiya li Navenda Çand û Hunerê bûn.

Di dawiya senevîzyonê de dirûşmeyên silavkirina berxwedana Kobanê û dirûşmeyên “Şehîd Namirin” hatin berzkirin.

HELEB

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ul4y5q6OAFs" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>

Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî li pêş avahiya xwe ya rojavayê taxê daxuyaniyek da. Cîgira Hevseroka Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Sêvîn Emonî bi beşdariya endam û rêveberiyên saziyên sivîl û meclisên taxê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku berxwedana Kobanê ji bo tevahî gelê herêmê û cîhanê, bi taybet ji çar parçeyên Kurdistanê re bû hêvî.

Di daxuyaniya meclisê de hate destnîşankirin ku bi pêşengtiya hêz û lehengiya gelê Kurdistanê û herêmê û bi beşdariya şoreşgerên enternasyonalîst ev serkeftin li cîhanê tevahî hate pîrozkirin û wiha dom kir: “Lê îro careke din destekvan û çêkerên DAIŞ′ê gefan li vî gelê dixwin û êrişî wî dikin.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate diyarkirin ku bi ruhê şerê gel ê şoreşgerî dê gel li hember tevahî cureyên dagirkeriyê bisekine û bi israreke mezin dê berxwedana xwe bilind bike û destkeftiyan biparêze.

Daxuyanî bi diruşmên mîna "bijî berxwedana Kobanê" û "Şehîd namirin" bi dawî bû.

MECLISA JINAN

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bi heman minasebetê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: "Berxwedana Kobanê ya lehengane, destpêka bidawîkirina rêxistina DAIŞ′ê ya terorîst bû. Ev hêzên tarî li ser girê Miştenûrê hatin têkbirin û êdî Kobanê bû sembola berxwedanê.

Piştgirên çeteyên DAIŞ′ê îro li pêş çavên cîhanê tola DAIŞ′ê hiltînin. Berevajî wê divê cîhan li hember van sûcên dermirov û sûcên şer bê deng nema û li hember piştgirên DAIŞ′ê bisekiniya.

Em Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê şehîdên Berxwedana Kobanê bi bîr tînin û bang li hêzên xwe yên lehengane dikin ku berxwedana xwe bilind bikin, da ku dawî li rêxistina terorîst a DAIŞ′ê bînin û gel ji dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê biparêzin."

(cx,fr)

ANHA