​​​​​​​Endama KNK’ê Kuwêstan Dawudî jiyana xwe ji dest da

Endama Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê Kuwêstan Dawudî îro danê sibehê ji ber nexweşiya pençeşêrê li Silêmaniyê jiyana xwe ji dest da. KNK’ê li ser wefata Kuwêstan Dawudî daxuyaniyek da û got “Wefata hevrê Kuwêstan ji bo me û hemû gelê me windahiyeke mezin e.”

​​​​​​​Endama KNK’ê Kuwêstan Dawudî jiyana xwe ji dest da
26 ÇILE, 2023   12:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Endama Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Kuwêstan Dawudî, îro danê sibehê ji ber nexweşiya pençeşêrê li Silêmaniyê jiyana xwe ji dest da.

Kuwêstan Dawudî çalakvaneke siyasî û ji jinên têkoşer bû ku piştî şoreşa Îranê ya 1979’an tev li nava refên têkoşînê bûbû.

Kuwêstan Dawudî ku çend sal bû endama KNK’ê bû û her wiha di aliyê dîplomasî de jî xebat dikir.

KNK: WEFATA HEVRÊ KUWÊSTAN JI BO ME Û HEMÛ GELÊ ME WINDAHIYEKE MEZIN E

KNK’ê der barê wefata Kuwêstan Dawudî de daxuyaniyek belav kir û got: “Wefata hevrê Kuwêstan ji bo me û ji bo hemû gelê me, windahiyeke mezin e. Em ê şopdara rêya têkoşîna te bin.”

Di daxuyaniya Konseya Rêveber a KNK’ê de hate gotin: “Xebera xembar û dilsoj a wefata endama Konseya Rêveber a KNK’ê birêz Kuwêstan Dawudî, gihişte me û em bi vê yêkê gelek xemgînin. Bîrêz Kuwêstan Dawudî, di destpêka şoreşa Rojhilata Kurdistanê de cihê xwe girt û ji ber wê xebata xwe kete zîndanên rejîma Îranê. Demeke dirêj di zîndanên rejîmê de ma. Piştî ji zîndanê derket, xebata xwe berdewam kir û derket derveyî welat. Li derveyî welat jî, heta roja dawî ya jiyana xwe, bi temamî di xeta welatparêzî de xebatkarek çalak bû.

Birêz Kuwêstan Dawudî, ji 15 salan zêdetir e endamek çalak a KNK’ê bû û her wiha endama Konseya Rêveber ya KNK’ê bû. Di hemû kar, çalakî û civînên KNK’ê de weke endamekî serkêş amade bû. Bi taybetî di xebatên ji bo Rojhilatê Kurdistanê de xwedî cihekî diyar bû. Dema ku serhildanên li ser şehadeta Jîna Emînî destpêkirin, heval Kuwêstan bi wî halê xwe yê nexweşiya giran ve jî, tev li çalakiyan bû û di nava serhildanê de cihê xwe girt.

Wefata Hevrê Kuwêstan ji bo me û ji bo hemû gelê me, windahiyeke mezin e. Em ji ber wefata birêz Kuwêstan Dawudî gelek xemgînin, xemgînîya malbat, dost û hevrêyên wê parve dikin. Bi vê wesîleyê em sersaxî ji hemû gelê Kurdistanê, xebatkarên şoreşê û malbata wê re dixwazin. Hevrê Kuwêstan, bila çavên te di şûnde nemînin, em ê li ser şopa te bimeşin, em ê axîn û wesiyetên te pêk bînin.”