​​​​​​​Serokwezîrê Iraqê serokê Banka Navendî ji kar dûr xist

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî serokê Banka Navendî ya Iraqê ji kar dûr xist.

​​​​​​​Serokwezîrê Iraqê serokê Banka Navendî ji kar dûr xist
23 ÇILE, 2023   09:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çapemeniya Iraqê, serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî ji ber bilindbûna nirxê dolar li beramberî dînar, serokê Banka Navendî ya Iraqê Mistefa Xalib ji kar dûr xist.

Her wiha rêveberê Banka Bazirganiyê ya Iraqê Salim Cewad El Celebî jî ji kar hate dûrxistin û hate malnişînkirin.

Tê gotin ku Sûdanî ji bo ku pêşî li daketina nirxê dînar bigire, ev biryar daye.