Şêniyên Dirbêsiyê şehîd Subhî Teleb Mihemed oxir kir

Şêniyên Dirbêsiyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Subhî Teleb Mihemed ku li navçeya Zirganê şehîd bûbû, li Goristana Şehîdan a Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê oxir kir.

Şêniyên Dirbêsiyê şehîd Subhî Teleb Mihemed oxir kir
22 ÇILE, 2023   13:49
HESEKÊ

Şêniyên Dirbêsiyê li pêşiya avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê kom bûn û ji wir berê xwe da Goristana Şehîdan a Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê yê navçeyê.

Li wir, endama Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê Foze Yûsif sersaxî ji malbata şehîd re xwest û destnîşan kir ku bi saya Hêzên Ewlekariya Hundirîn gelê herêmê bi aramî dijî.

Foze Yûsif di dawiya axaftina xwe de soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna serkeftinê da.

/ar/uploads/files/2023/01/22/130559_img_8064.webp

Her wiha endamê rêveber ê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Zirganê Sîman Kalo jî wiha axivî: "Em sersaxiyê tevhaiya gel û malbata şehîd re dixwazin. Em li pêşiya gelê xwe jî soza şopandina şehîdan, pêkanîna armancên wan, parastina  destkeftiyên şoreşê û rizgarkirina hemû deverên di bin dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker de, nû dikin."

Piştre şêniyan cenazeyê şehîd bi siloganên "Şehîd Namirin" oxir kir.

(mh/fr)

ANHA