TEV-DEMʹê sersaxî da malbatên qurbaniyên avahiya hilweşiyayî

TEV-DEMʹê ji malbatên qurbaniyên avahiya hilweşiyayî re sersaxî û ji birîndaran re şîfaya lezgîn xwest.

TEV-DEMʹê sersaxî da malbatên qurbaniyên avahiya hilweşiyayî
22 ÇILE, 2023   10:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi peyamekê sersaxî ji malbatên qurbaniyên avahiya hilweşiyayî ya li taxa Şêxmeqûsd a Helebê re xwest.

Di peyamê de tê gotin: "Ji ber hilweşîna avahiya li taxa Şêxmeqsûd a Helebê, em sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan re dixwazin û ji birîndaran re şêfa lezgîn dixwazin. Em vê êşê bi malbatên qurbaniyan re parve dikin.

Em spasiya tîmên awarte û rizgarkirinê û tevahî welatiyên taxê dikin ku tevî derfetên kêm ên ji ber dorpêça li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatiye ferzkirin, birîndar ji bin enqazan derxistin."

(bb)