Civîna salane ya Koordînasyona Jinan a Cizîrê bi dawî bû

Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê civîna xwe ya salane bi dawî kir. Li gorî encamnameya civînê dê qanûna malbatê bê çêkirin û perwerdeyên jinan werin zêdekirin.

Civîna salane ya Koordînasyona Jinan a Cizîrê bi dawî bû
Civîna salane ya Koordînasyona Jinan a Cizîrê bi dawî bû
Civîna salane ya Koordînasyona Jinan a Cizîrê bi dawî bû
Civîna salane ya Koordînasyona Jinan a Cizîrê bi dawî bû
Civîna salane ya Koordînasyona Jinan a Cizîrê bi dawî bû
Civîna salane ya Koordînasyona Jinan a Cizîrê bi dawî bû
20 ÇILE, 2023   09:26
QAMIŞLO

Duh Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê li navenda Meclisa Qanûnsaz a li Amûdê civîna xwe ya salane li dar xist.

Di civînê de endamên Meclisa Edaleta Civakî, Meclisa Rêveber, Meclisa Qanûnsaz, endamên Koordînasyona Kongra Star, Yekitiya Jinên Suryanî, Koordînasyona Jinan a Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin, Nivîsgeha Jinan a TEV-DEM′ê, Rêxistina Sara ya li dijî Tundiya li ser Jinan, endamên Desteya Çand û Hunerê, Desteya Jinan a Herêma Cizîrê, Desteya Tenduristiyê û endamên gelek saziyên sivîl ên li herêma Cizîrê beşdar bûn.

Piştî hilbijartina dîwanê şêwirmend Cîhan Xelîl axivî û tevahî şehîdên azadiyê, şehîdên Pêngava Gurzê Gelan û şehîdên Berxwedana Serdemê bi bîr anîn û damezirandina Rêveberiya Xweser pîroz kir.

Cîhan wiha got: "Ev meh, meha vejîn û berxwedanê ye. Di vê mehê de Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hate damezirandin. Tê de salvegera biêş a êrişa li dijî Efrînê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve heye."

Cîhan wiha domand: "Jinan di Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de cihekî bilind girt û pêşengî kir. Di dirêjahiya salên borî de gelek destkeftî û serkeftin bi dest xistin. Ji lew re divê em jin karên xwe ji aliyê lawazî, serkeftin û destkeftiyan binirxînin û bibin layiqê vê yekê. Divê em xwe bi pêş bixin, astengiyan ji hemû aliyên rêxistinî, pratîkî, civakî, aborî, siyasî û dîplomasî ve derbas bikin."

Cîhan destnîşan kir ku şehîd Zeyneb Mihemed bû dengê jinan û rola xwe di hemû çalakiyan de girt û li dijî hemû şêweyên tundiya li dijî jinan tê koşiya.

Cîhan Xelîl di dawiya de wiha got: "Divê jin di tevahî aliyan de xwe bi pêş bixin û xwe rizgar bikin. Divê em bibin pêşengên jinan, têkoşîna xwe bi hev re bilind bikin, rêgezên neteweya demokratîk û Rêveberiya Xweser biparêzin."

Dûre Eble Xelîl raporên salê yên jinan ên Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk xwendin, her wiha Evîn Qafor jî ya Meclisa Rêveber xwend û Wela Elî jî rapora Meclisa Edaleta Civakî ya Herêma Cizîrê xwend.

Piştî xwendina raporan civîn bêyî dezgehên çapemeniyê dewam kir.

Her wiha ji civînê ev encam derketin: Xurtkirina perwerdeyên fikrî yên jinan, girîngîdayîna mijara perwerdeyên taybet, têkilîdanîna bi jinên li gundewaran re, xurtkirina pergala komînan û girîngîdayîna li ser belavkirin û pêkanîna qanûna malbatê ya hatiye erêkirin.

(fr)

ANHA