​​​​​​​Li Mêrdînê êriş: 3 kesan jiyana xwe ji dest da

Wesayîteke bi plaqeya Iraqê ku li ser rêya armûşê ya Mêrdînê di rê de diçû, bi çekên lûle dirêj hate gulebarankirin. 3 kesên di wesayîtê de jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî giran birîndar bû.

​​​​​​​Li Mêrdînê êriş: 3 kesan jiyana xwe ji dest da
19 ÇILE, 2023   06:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa Mezopotamya, li Mêrdînê wesayîteke bi plaqeya Iraqê ku li ser rêya armûşê di rê de diçû, saet di 00.30’ê de ji aliyên kesên nenas ve bi çekên lûle dirêj hate gulebarankirin. Hate gotin, wesayîta ku li ser rêya armûşê di rê de diçû li gundê Qesra Serçixan ê di navbera navçeyên Nisêbîn û Qoserê de ji aliyê kesên nenas ve hate gulebarankirin.

Gule li 5 kesên di wesayîtê de bûn ketin, ku yek ji wan jina 70 salî ya bi navê Wahîde ye û yek jî kurê wê yê bi navê Ebdullah e. Hate diyarkirin ku her 5 kes ji bajarê Dihok a Başûrê Kurdistana ne. Yek jê jin 3 kesên di wesayîtê de jiyana xwe ji dest dan û du kes jî giran birîndar bûn.

Hate hînbûn ku navê yek ji kesên jiyana xwe ji dest dayî jî Ehmed Celaleddîn Îbrahîm e.

Kesên nasnameya wan nediyar ji bi wesayîtê ji cihê bûyerê reviyan.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cenderme sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Tîmên tenduristiyê cenazeyên kesên jiyana xwe ji dest dan rakirin morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mêrdînê û birîndar jî rakirin nexweşxaneyê.

Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.