​​​​​​​Amadekariyên lidarxistina kongreya Hêz û Kesayetên Demokratîk

Amadekariyên lidarxistina kongreya Hêz û Kesayetên Demokratîk berdewam in. Aramnc ji kongreyê vekirina asoyên nû di xebat û rola muxalfeta demokratîk de û yekkirina nêrînên siyasî ji bo pêşxistina proseya siyasî ye.

​​​​​​​Amadekariyên lidarxistina kongreya Hêz û Kesayetên Demokratîk
19 ÇILE, 2023   01:44
NAVENDA NÛÇEYAN-EHMED MIHEMED

Endamê Meclisa Serokatiyê ya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Elî Rehmûn ku ji ajansa me re axivî, eşkere kir ku di çarçoveya amadekariyên lidarxistina kongreya Hêz û Kesayetên Demokratîk de wê 4 û 5`ê Sibatê de li Stokholmê hevdîtina şêwirê ya 4`emîn were lidarxistin.

Rehmûn da zanîn ku di hevdîtinê de wê hûrgiliyên lidarxistina kongreyê bên nîqaşkirin û destnîşan kir ku beşeke mezin ji belgehîn girîng bi hevkariya zêdetirî 500 kesayet û hêzên siyasî  hatiye amadekirin.

Rehmû anî ziman ku tenê mijara diyarkirina dema lidarxistina kongreyê maye û got, “Dibe ku beriya havînê were lidarxistin.”

Remûn wiha dom kir: “Projeya lidarxistina kongreyê li ser astên hundirîn û derve bi pêş ketiye. Wezareta Derve ya Swêdê û Navenda Aştî û Demokrasiyê ya Olof Palme ya Swêdî xwedî li projeyê derket. Me 3 hevdîtinên şêwirê li Stokholmê li dar xistin. Li hundir jî gelek hevdîtin û panel hatin lidarxistin, hevdîtina din jî wê di Sibata bê de be.”

ASTENGÎ

Der barê astengiyên li pêşiya lidarxistina kongreyê de Rehmûn got: “Tu astengiyên cidî li pêşiya lidarxistina kongreyê tune ne. lê şert û mercan lezdayîna lidarxistina kongreyê asteng kir. Hin şert û mercên xweser ên têkildarî hinekan hebûn, opozîsyona Sûriyeyê berbelav bibû, ji ber ku berê bi awayekî berpirsyar di nav xwe de ji b gihîştina van lihevkirinan diyalog nekiribûn.”

Rehmûn, diyar kir ku sedemên lidarnexistina kongreyê girêdayî şert û mercên siyasî yên li welêt in mîna paşguhkirina pirsgirêka Sûriyeyê ji aliyê hêzên navneteweyî ve, encamên pandemiya Koronayê ku nehişt sûriyeyî li hev bicivin, hin dewlet dijî lidarxistina vê kongreyê derketin, bi taybet ên ku berjewendiyên wan di dîtina hêzeke siyasî ya demokratîk a sûriryeyî de tune ye.

Der barê şert û mercên xweser de, Rehmûn diyar kir ku ew hewl didin wana bi rêya dan û standinên domdar derbas bikin.

MIJARA DEMÊ YE

Rehmûn anî ziman ku destek û girîngîdayîna navneteweyî ji berê baştir e, Swêd li axa xwe û bi sponseriya xwe tevî welatên têkildarî pirsgirêka Sûriyeyê (Amerîka, Brîtanya, Fransa) xwedî li vê projeyê derdikeve û got: “Lidarxistina kongreyê tenê mijara demê ye.”

(şx/cx)

ANHA