Di girtîgeheke Îranê de mamosteyek hate kuştin

NUJINHA ragihand ku di girtîgeheke dewleta Îranê de mamosteyeke ziman jiyana xwe ji dest da piştî ku tevî dayîk û xwişka xwe ji ber ku tev li serhildanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bûne, ji zêdetirî 3 mehan ve hatine girtin.

Di girtîgeheke Îranê de mamosteyek hate kuştin
16 ÇILE, 2023   14:58
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansê ku agahiyên xwe dispêre gelek raporan, hêzên ewlehiyê yên Îranê mamosteya ziman, wergêr û wênexêza bi navê Bihar Xorşîdî û dayîka wê di 22`yê Îlona borî de girtin, dema belavokên li ser #Jîna Emînî û “Jin, jiyan, Azadî” hatine nivisîn li kolaneke paytexta Îran Tehranê belav dikirin.

Piştî çend saetan ji wê bûyerê hêzên ewlehiyê bi ser mala Bihar de girtin û xwişka wê ya 11 salî girt.

Piştre hêzên ewlehiyê dayîk û xwişka Bihar serbest berdan û jê re gotin Bihar xwe kuştiye.

Ajansê diyar kir ku di çend mehên dawîn de hêzên ewlehiyê gef li malbata Bihar Xorşîdî dixwarin ku qebûl nekir “kuştina keça xwe” ragihîne.

Di heman çarçoveyê de, hêzên dewleta Îranê duh endamê berê yê komeleya Îmam Elî, Muheya Wahdî girt.

Di heman rojê de, desthilata Îranê çalakvana sivîl Zehra Rehmanî (36) li beramber kefaleteke malî serbest berda ku di 7`ê Çilyê de girtibû û heta niha tu hûrgilî têkildarî tawanên li dijî wê nehat zanîn.

Serhildana bi pêşengiya jinan, bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” li Rojhilatê Kurdistanê û Îran piştî kuştina jina ciwan a Kurd Jîna Emînî ji aliyê “Polîsa Exlaqê ve” dest pê kir ku heta niha berdewam e.

(şx)