Şêniyên Minbic û Dêrazorê bang li CPT'ê kir: Rewşa rêber Ocalan eşkere bike

Şêniyên Minbic û Dêrazorê 2 xwepêşandanên cuda li dar xistin û êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin. Her wiha bang li CPT'ê kir ku rewşa tenduristiyê ya rêber Abdullah Ocalan eşkere bike.

Şêniyên Minbic û Dêrazorê bang li CPT'ê kir: Rewşa rêber Ocalan eşkere bike
16 ÇILE, 2023   14:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Minbic û gundewarên wê xwepêşandanek li dar xist û tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir, her wiha ji CPT'ê xwest ku rewşa tenduristiyê ya rêber Abdullah Ocalan eşkere bike.

Şênî, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, Yekitiya Jinên Ciwan beşdarî xwepêşandanê bûn û wêneyên rêber Abdullah Ocalan hildan û sloganên “Bi can bi xwîn em bi te re Ocalan” û “Bê serok jiyan nabe” berz kirin.

Xwepêşandan ji çerxerêya El Mîzan dest pê kir û ber bi stada 4 Nîsanê ve dewam kir. li pêşiya stadê xwepêşandan veguherî mitingê. Di mitingê de Hevserokê Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Minbic û gundewarên wê Salih Cefal axivî û diyar kir ku rêber Abdullah Ocalan rêya azadî û hêviyê xêz kir, lê belê dewleta Tirk tecrîdê li ser ferz dike bi armanca ku fikr û felsefeya wî tune bike.

Cefal da zanîn ku divê şêniyên Minbic û gundewarên wê xwedî helwestekê bin û bibin yek heta ku azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin û wiha domand: “Divê CPT û tevahî rêxistinên ku banga mirovahiyê dikin, yekser rewşa tenduristiyê ya rêbertî eşkere bikin.”

Xwepêşandan bi berzkirina siloganên "Bê serok jiyan nabe" û “Em bi te re ne ey Serok” bi dawî bû.

DÊRAZOR

Meclisa Herêma Rojava ya Dêrazorê xwepêşandanek li bajarokê El Cezra li dar xist û êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û banga bidawîkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan kir.

Şêniyên bajarokê El Cezra û endamên saziyên sivîl ên rojavayê Dêrazorê tev li çalakiyê bûn.

Xwepêşandan ji pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan dest pê kir û ber bi çerxerêya bajarokê El Cezra ve dewam kir û xwepêşandêran wêneyên rêber Abdullah Ocalan û pankertên “Erdoganê terorîst hildan” û alên QSD`ê hildan.

Xwepêşandan li çerxerêya bajarokê El Cezra rawestî û veguherî mitingê. Di mitingê de hevseroka Komîteya Xizmetguzariyê ya Meclisa Herêma Rojava Rehma El Nasir daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat piştrastkirin ku dewleta Tirk a dagirker ji êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê armanc dike ku aramî û ewlehiya herêmê û projeya Rêveberiya Xweser a demokratîk têk bibe.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li cîhanê hat kirin ku helwesteke zelal nîşan bide û tecrîda ne rewa û nemirovahî li ser rêber Abdullah Ocalan rake.

(dm/şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/1_Wke-DB4us" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>