Li Efganîstanê parlamentereke jin hate qetilkirin

Li gorî dezgehên çapemeniyê yên efganî, Mursel Nebîzade ku berê parlamenter bû di encema êrişeke çekdarî de hate qetilkirin.

Li Efganîstanê parlamentereke jin hate qetilkirin
16 ÇILE, 2023   14:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Mursel Nebîzade ku beriya Talîbanê li Efganîstanê deshilatdarî bi dest bixe, parlamenter bû, di mala xwe de ji aliyê êrişkarekî biçek yê nasnameya wî nediyar ve hat qetilkirin.

Hat diyarkirin ku di êrişê de parastvanek Mursel Nebîzade jî jiyana xwe ji dest daye û birayê wê û parastvanek wê jî birîndar bûye.

Heta niha der barê nasnameya êrişkar û hûrgiliyên êrişê de agahî nehat zanîn.

Piştî ku Talîbanê li Efganîstanê rêveberiya welat desteser kir, ji bo jin ji derveyî jiyana kamûyê bimînin gelek qedexe danîn. Deriyên saziyên perwerdeyê li jinan girtin û kar li wan qedexe kir. Piraniya jinên ku li Efganîstanê di erkên payebilind de cih digirtin, neçar man welat biterikînin.

(şx)