​​​​​​​Desteya Parastina Rêber Ocalan peyamek ji Guterres re şand

Desteya Parastina Rêber Abdullah Ocalan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi peyamekê bang li sekreterê giştî yê NY′yê kir ku dewleta Tirk a dagirker di dadgeha navneteweyî de darizîne û çarenûsa rêber Ocalan eşkere bike.

​​​​​​​Desteya Parastina Rêber Ocalan peyamek ji Guterres re şand
15 ÇILE, 2023   16:17
QAMIŞLO

Çalakiyên ji bo şermezarkirina tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan dewam dikin. Têkildarî wê Desteya Parastina Rêber Abdullah Ocalan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê peyameke vekirî ji sekreterê giştî yê NY′yê Antonio Guterres re şand.

Di peyamê de hate gotin: “Her rojek di ser kiryara revandina rêber Ocalan ji paytexta Kenya Nairobi re ku di 15′ê Sibata 1999′an de pêk hat, derbas dibe ji hemû cîhanê re encamên sûcên navneteweyî ku dewleta Tirk pêk aniye eşkere dibin.

Dewleta Tirk rê û rêbazên sûcdar li dijî rêbertî bi kar tîne ku bi biryareke edlî li girtîgeha Îmraliyê digire lê di rastiyê de biryareke siyasî ye. Îşkenceya derûnî û bedenî lê dike da ku wî bi temamî kontrol bike. Dewleta Tirk a ku rêbertî revandiye, qebûl nake ku mafên wî yên bingehîn bidiyê, agahiyan li ser çarenûsa wî eşkere nake ku di vê dawiyê de bi îdiayên cezayên displînê hatiye veşartin.

Dewleta Tirk ji bo qedexekirina hevdîtinên malbat û parêzeran bi rêber Abdullah Ocalan re, wisa hicet bi kar anî ku têkiliya wê bi tu qanûnên hundirîn an jî navneteweyî yan jî pîvaneke urfî nîne. Lê ev hicet jî cezayên dîsplînê ye. Revandina rêber Ocalan wek sûcekî navneteweyî ya serbixwe berdewam e. Encamên wê ji destpêka dîlgirtinê û heta niha berdewam in ku zirarekî bedenî û derûnî yê mezin gihandin endamekî gelê Kurd ku fîlozofê serdemê û yê mirovahiyê giştî ye. Rêberkî azadîxwaz e ku ji bo azadiyê û demokrasiyê li gorî nêrînekê li ser cîhanê nû tê dikoşe.

Li gel revandina bi darê zorê û nebûna agahiyên rastîn li ser jiyana wî, ji zêdetirî 22 mehan ve, dewleta Tirk cezayên displînê li ser dibire. Bi vê sûcekî din li sûcê xwe yê navneteweyî yê revandina rêber Ocalan û kiryarên wê yên li dijî gelê Kurd û gelên ji azadiyê û demokrasiyê mehrûm mane,  zêde dike. dadgeha cezayan a Bursayê ya dewleta Tirk dema endamên malbata rêber Ocalan û parêzerên wî li benda bersiva daxwaznameya hevdîtinê dipirsin, bi heman hicetê bersiv dide ku ji ber cezayên displînê hevdîtin heta 3 mehan qedexe kiriye.  

Birêz sekreterê giştî yê NY′yê dewleta Tirk ji 4′ê Çileya 2023′yan ve,  bi sûcên xwe yên navneteweyî li hember civata navneteweyî disekine çi bi rêya ferzkirina cezayan li dijî rêber Ocalan yan jî bi rêya hedefgirtina herêmên ku gelê Ocalan lê ser dijî.

Wan herêman dagirker dike û sûcên herî hovane pêk tîne. Hemwextî  wê li gorî madeya 7`an a pergala Romayê ya dadgeha cezayan a navneteweyî ya Lahayê, sûcekî dermirovî li dijî rêber Ocalan pêk tîne.  7′an a pergala Roma ya dadgeha sûcên navneteweyî li Lahy, li dijî rêber Ocalan pêk tê .

Li gorî madeya 5`an a Ragihandina Mafên Mirovan a Cîhanê, madeya 7`an a peymana navneteweyî ya mafên sivîl û siyasî ya sala 1966`an, ragihandina komeleya giştî a NY`yê ya 9`ê Îlona 1975`an ku di 10`ê Îlona 1984`an de hate erêkriin û bi hejmara 46/39 derketiye, madeyên 3-5-6-9-10 ên lihevkirina parastina mafên mirovan a Meclisa Ewropayê ku di 4`ê Mijdara 1950`î de derketiye, ev sûcên dermirovî ne. Sûcekî qirkirina komî ye li gorî lihevkirina navneteweyî ya qedexeya qirkirina komî ya sala 1948`an e.

Her wiha li gorî madeya 6`an a pergala Romayê ya dadgeha navneteweyî ya sala 1998`an, ji ber ku bi rêbazên cuda hewl dide rêber Abdullah Ocalan bi zanabûn tune bike, ev pêvajoya yekemîn a qirkirina komî ye. pêvajoya duyemîn jî êrişkirina gelê rêber Ocalan û dagirkirina axa ku li ser dijî û Tunekirina wî bi çekêm kîmyawî.”

Di dawiya peyamê de ev bang hatin kirin:

“1-Divê DMME′yê madeya 19′an a mîsaqa têkoşîna li dijî îşkenceyê aktîf bike û CPT aktîf bike. dadgeha mafên mirovan a Ewropayê li Starsbourgê ava bike. Nexasim ku rêber Abdullah Ocalan dema hatî revandin, li gorî benda yekemîn a madeya 14`an a ragihandina mafên mirovan a cîhanê ya sala 1948`an, xwest ku xwe bispêre stragehekê ku pê xwe ji çewisandina dewleta Tirk xilas bike.

2-Divê li ser madeya 6′an a mîsaqa NY′yê were xebitandin, li gorî wî komeleya giştî li gorî pêşniyara Meclisa Ewlehiyê dewleta Tirk ji Rêxistina NY`yê derxe. Ji ber ku rêgezên mîsaqa NY`yê û armancên wê li gorî madeyên 1 û 2, binpê dike.

3-Piştî ku civata navneteweyî destwerdanê bike ku çarenûsa rêber Ocalan were eşkerekirin û projeya azadiya wî ya fîzîkî pêk bîne, dewleta Tirk li dadgeha navneteweyî were darizandin. Ji ber ku rêber Ocalan kilîta aştiya cîhanê ye.”

ANHA