Jinên herêma Efrînê salvegera 18'emîn a damezrandina Kongra Star pîroz kir

Kongra Star a Herêma Efrîn bi boneya salvegera 18'emîn a damezrandina wê şahiyek li dar xist,  her wiha bi sedan jinên pêkhateyên kurd, ereb û tirkman beşdar bûn.

Jinên herêma Efrînê salvegera 18'emîn a damezrandina Kongra Star pîroz kir
Jinên herêma Efrînê salvegera 18'emîn a damezrandina Kongra Star pîroz kir
Jinên herêma Efrînê salvegera 18'emîn a damezrandina Kongra Star pîroz kir
Jinên herêma Efrînê salvegera 18'emîn a damezrandina Kongra Star pîroz kir
Jinên herêma Efrînê salvegera 18'emîn a damezrandina Kongra Star pîroz kir
Jinên herêma Efrînê salvegera 18'emîn a damezrandina Kongra Star pîroz kir
15 ÇILE, 2023   14:54
ŞEHBA

Kongra Star şahî li hola Diyar a navçeya El Ehdas a Şehbayê li dar xist.

Rêveberiya Kongra Star Rîhana Elo axivî û salvegera damezrandina Kongra Star li tevahî jinan pîroz kir û got:" Ez vê boneyê li tevahî jinên cîhanê, Rojava û herêma Efrîn û taybet jinên di kampan û malên nîvrûxandî de li ber xwe didin, pîroz dikin."

Rîhana Elo lê zêde kir ku jinan roleke mezin di birêvebirina civakê de di aliyê leşkerî, civakî, aborî û çandî de di şoreşa Rojava de lîst.

Rîhana di dawiya axaftina xwe de piştrast kir ku ew û jinên herêma Efrînê dixebitin da ku azadiya jinan li cîhan û Sûriyê pêk bînin.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Wefaa Hisên diyar kir ku bi saya fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan, jin karî xwe ji zihniyeta baviksalarî rizgar bike û civaka xwe ji bindestiyê xilas kir.

Paşê koma Şehîd Mizgîn a stranan û girêdayî Tevgera Hîlala Zêrîn hin stran pêşandan û beşdaran li ber wan xelekên govendê gerandin.

Piştre koma Şehîd Viyan a govendê berhemên xwe pêşandan û hunermend Fatme Bîlal bi zimanê erebî û kurd stran gotin.

(dm)

ANHA