Gerîlayê HPGʹê Rustem Efrîn li Şehbayê hat bibîranîn

Li Kampa Berxwedan a Şehbayê ji bo gerîlayê HPGʹê Alî Adnan Şêr (Rustem Efrîn) ku di 2020`î de li Amanosê şehîd bibû, merasîmek hat lidarxistin.

Gerîlayê HPGʹê Rustem Efrîn li Şehbayê hat bibîranîn
Gerîlayê HPGʹê Rustem Efrîn li Şehbayê hat bibîranîn
Gerîlayê HPGʹê Rustem Efrîn li Şehbayê hat bibîranîn
Gerîlayê HPGʹê Rustem Efrîn li Şehbayê hat bibîranîn
Gerîlayê HPGʹê Rustem Efrîn li Şehbayê hat bibîranîn
15 ÇILE, 2023   12:29
ŞEHBA

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê ji bo gerîlayê HPGʹê Alî Adnan Şêr (Rustem Efrîn) yê ku 3'ê Cotmeha 2020ʹî li Amanosê şehîd bûbû, merasîmê bîranînê li qada kampa Berxwedan a navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê li dar xist.

Wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdên êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker û alên Meclisa Malbatên Şehîdan bi kon ve hatin daliqandin.

Di merasîma ku bi dehan şêniyên Efrîn û Şehbayê beşdar bûbûn de, endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê Sureya Hebeş axivî.

Sureya Hebeş seraxî ji malbata şehîd re xwest û li ser êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker got: "Dewleta Tirk bi bikaranîna çekên kîmyewî dixwaze moralê gel û gerîlayên parêzvanên mafên rewa yên li çiyayên Kurdistanê bişkîne."

Sureya Hebeş tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan û bêdengiya rêxistinên mafên mirovan a li hemberî îşkenceya li Îmraliyê şermezar kir anî ziman ku destê NATOʹyê di tecrîdê de heye.

Piştî axaftinan, mamoste Şêrîhan Hemo nasnameya şehîd xwend û radestî malbatê kir.

Merasîm bi berzkirina dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re û silavkirina berxwedana gerîla bi dawî bû.

(bb)

ANHA