Li Çilaxa hemleya paqijiyê

Bi piştgiriya Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Navçeya Çilaxa ya Qamişlo, Şaredariya Gel li navçeyê hemleyek paqijiyê da destpêkirin.

Li Çilaxa hemleya paqijiyê
15 ÇILE, 2023   09:53
QAMIŞLO

Hemley paqijiyê ji pêşiya şaredariya navçeyê hat destpêkirin. Nêzî 100 rêveber û endamên saziyên sivîl, komîn û Meclisa Malbatên Şehîdan bi lepik û maskeyan beşdarî hemleyê bûn.

Rêyên sereke û şaxî û geraca navçeyê hatin paqijkirin.

Endamê Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Navçeya Çilaxa Zubêr Omer destnîşan kir ku armanca hemleyê, mayîndekirina çanda paqijiyê ye.

Zubêr da zanîn ku beriya destpêkirina hemleyê belavok li pêşiya dikanan û li şêniyan hatin belavkirin û diayr kir ku şêniyan eleqeyek mezin nîşanî vê gavê daye.

Zubêr ji şêniyan daxwaz kir ku li gorî perspektîfên şaredariyê û Komîteya Tenduristiyê tevbigerin.

Tê payîn ku hemle bi rêya bernameyek heftane ku berê hatî diyarkirin, tim berdewam bike.

Balkêş e ku şênî kolan û taxên xwe bi xwe paqij dikin.

(cx)

ANHA