Serhildana li Rojhilat û Îranê dewam dike

Serhildana bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dewam dike. Li Fransayê jî ji bo piştgiriya serhildanê amadekarî têne kirin.

Serhildana li Rojhilat û Îranê dewam dike
15 ÇILE, 2023   09:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Serhildana bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ket meha xwe ya 4ʹan.

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê duh bi awayen cuda çalakiyan berdewam kir. Bi taybet bi nivîsandin û gotina dirûşmên li cihên giştî, nerazîbûnên xwe li dijî biryarên darvekirinê tînin ziman.

Li gorî dîmenên hatine parvekirin, li bajarê Îlam ê Rojhilatê Kurdistanê hejmarek ciwan bi pêxistina agir û dirûşman nerazîbûna xwe li hemberî desthilata Îranê anîn ziman.

Li bajarê Bokanê merasîma roja dayikbûna Hejar Mam Xusrewî ku yek ji xwepêşanderên wî bajarî yê hatine qetilkirin li ser gora wî pêk hat.

Her wiha jina xelkê Sine ya bi navê Ferîde Seleatî Pur ku di 17’ê Mijdarê de di dema xwepêşandanan de gule li ber çavê wê ketîbû, êdî nabîne. Ji ber zextan ev 2 meh bûn ev agahî parve nedikir.

Duh Meclisa Pîşeyî ya Xwendekarên Îranê, diyar kir ku xwendekar Dunya Ferhadî ya xelkê bajarê Êze ku cenazeyê wê li Ehwazê hatibû dîtin, xwe nekuştiye, hatiye kuştin.

Li gorî daxuyaniya Meclisa Pîşeyî ya Xwendekarên Îranê Xwendekar Dunya Ferhadî piştî roja 7’ê Kanûna 2022’yan li qada xwepêşandanên di nava Zanîngeha Ehwazê li gel xwendekarên Besîcî dikeve nîqaşê, piştre ji aliyê wan xwendekaran ve bi guleyê tê kuştin û cenazeyê wê avêtine nava rûbarê Karûn.

Li gel berdewambûna nerazîbûnan, pêla girtin û binçavkirina çalakvan jî berdewam e.

Li derveyî Îranê, çalakiyên ji bo piştgiriya xwepêşanderan berdewa bike. Li Keneda hejmarek Îranî tevlî hewaya sar çalakiyek li dar xist û biryare ku sibe li gel darbasbûna 4 meh li ser xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, welatiyên Îranê yên li Ewropa çalakiyek girseyî li bajarê Strasbûrgê yê Fransa lidar bixin.

Li gorî gotina çalakvanên Îranê, ji derveyî piştgirîkirina serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ wê daxwazê ji Yekîtiya Ewropa bikin ku ji ber rola artêşa Îranê ya di çewisandina xwepêşanderan de, vê hêzê weke ‘terorîst’ nas bike.