​​​​​​​Li Ezazê hêrsa li hemberî nêzîkbûna Şam û Enqereyê

Bi sedan şêniyên Ezazê yê dagirkirî, li dijî daxuyaniyên serokê ʹʹHikumeta demkî ya Sûriyeyêʹʹ çete Ebdurehman El Mistefa derketin û li serokê ʹʹÎtîlaf  Watanîʹʹ çeteyê bi navê Salim El Mislet da û wî qewitand.

​​​​​​​Li Ezazê hêrsa li hemberî nêzîkbûna Şam û Enqereyê
13 ÇILE, 2023   13:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), bi sedan şêniyên bajarê Ezazê yê bakurê Helebê yê dagirkirî li dijî daxuyaniyên serokê ʹʹHikumeta demkî ya Sûriyeyêʹʹ Ebdurehman El Mistefa yê gotibû ew ne li dijî nêzîkbûna hikumeta Şamê û dewleta Tirk e, xwepêşandan li dar xist.

Şêniyan li serokê ʹʹÎtîlaf El Watanîʹʹ Salim El Mislet dan, wî ji bajrê qewitand, wî bi "Pêxwas" wesifandin û erebeya wî şikand.

Beriya 2 rojan li hember van daxuyaniyan bang lidarxistina xwepêşandanan bi dirûşma “Baweriyê bi Ebdurehman El Mistefa neynin” kir. Li Cerablusê jî wêneyên El Mistefa hatin şewitandin.

Çete Ebdurehman El Mistefa ku wekî serokê "Hikumeta Demkî ya Sûriyeyêʹʹ tê binavkirin, ji medyayên ser bi AKPʹê ve gotibû "Tirkiye li gorî rewşa gelê Sûriyê tev digere, her nêzîkbûneke wê ne li dijî rewşa gelê Sûriyeyê û muxalefeta Sûriyeyê be."

Ji ber hewldanên nêzîkbûna hikumeta Şam û dewleta Tirk a dagirker li herêmên dagirkrî yên bakurê Sûriyê hêrseke mezin a gel heye.