Partiya Kesk a Demokratîk li Qamişlo semînerek da

 Partiya Kesk a Demokratîk semînerek li ser jîngeh û bandorên wê li ser guhertina siyasetên navneteweyî û herêmî û girîngiya parastina wê li dar xist.

Partiya Kesk a Demokratîk li Qamişlo semînerek da
Partiya Kesk a Demokratîk li Qamişlo semînerek da
Partiya Kesk a Demokratîk li Qamişlo semînerek da
Partiya Kesk a Demokratîk li Qamişlo semînerek da
Partiya Kesk a Demokratîk li Qamişlo semînerek da
Partiya Kesk a Demokratîk li Qamişlo semînerek da
Partiya Kesk a Demokratîk li Qamişlo semînerek da
12 ÇILE, 2023   19:40
 QAMIŞLO

 Semîner li Parka Xwendinê ya Qamişlo hat dayîn. Di serî de hevserokê Partiya Kesk a Demokratîk Loqman Ehmê bi beşdariya hiqûqnas, rewşenbîr, nivîskar, endamên Meclisa Sûriya Demokratîk û Kongra Îslamî ya Demokratîk semîner bi rêve bir.

 Loqman Ehmê behsa bandorên dualî di navbera jîngeh û siyasetê de, bandora jîngehê li ser civak û mirovahiyê kir. Her wiha diyar kir ku heke ev kiryarên li dijî jîngehê beyî ku siyasetên navneteweyî û herêmî werin guhartin, dewam bikin, dê li ser civakê metirsiyeke mezin çêke.

 Paşê beşdaran nêrînênên xwe li ser semînerê parve kirin. Beşdaran teqezî bi girîngiya çareserkirina pirsgirêkên li hember jîngehê bi rêya ferzkirina ceza û bacan ji aliyê Rêveberiya Xweser ve, kir. 

(dm)

ANHA