​​​​​​​Şaredariya Qamişlo civîna xwe ya salane bi dawî kir

Şaredariya Gel a Qamişlo civîna xwe ya salane ya bi komînên bajar re bi diyarkirina plansaziya sala nû bi dawî kir.

​​​​​​​Şaredariya Qamişlo civîna xwe ya salane bi dawî kir
12 ÇILE, 2023   17:14
QAMIŞLO

Şaredariya Gel a Qamişlo civîna xwe ya salane ya bi komînan re li dar xist. Di civînê de xebatên sala 2022ʹyan de hatin nirxandin û plansaziya sala nû hat diyarkirin.

Civîn li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo bi beşdarbûna Hevserokatiya Gel a bajarê Qamişlo Emel Şemdîn û Besam Qaso, cîgîrê wan Nûrî Îbrahîm û bi dehan endamên komînan hat lidarxistin.

REWŞA RÊXISTINÎ Û PROJEYÊN SALA 2022ʹYAN

Di civînê de der barê rewşa siyasî û rêxistinî ya Şaredariya Gel û xebatên wê yên di 2022’yan de raporek ji aliyê hevseroka şaredariyê Emel Şemdîn ve hat xwendin.

Di raporê de hate gotin Şaredariya Gel a Qamişlo azarên zêdebûna hejmara ‎niştecihan û berfirehbûna rûbera avahiyan ji bajarokê Tenûriye yê rojhilat ber bi bajarokê ‎Gerbawî yê rojava ve dikişînin. Di aliyê rêxistinî de jî şaredarî azarên kêmbûna kadroyên taybet dikişîne. Dê îsal ew kêmasî derbas bin û sûd ji tecrûbe û şaştiyên berê werin girtin. ‎

Der barê kar û xebatên şaredariyê yên îsal di raporê de hate bibîrxistin ku jêrzemîn ji bo rewşên awarte hatin paqijkirin, projeyên cihêreng mîna kanalîzasyon, torên avê, qîrkirina rêyan, xîzkirina hin rêyan û sererastkirina peyarêyên Qamişloyê hatin lidarxistin. Her wiha berê civîn bi komînan re ji bo diyarkirina budceya îsal ku 545 hezar dolar, hate lidarxistin.

Her wiha hat diyarkirin ku di 2022'yan de 305 gilî ji şaredariyê re hatin, ji wan ji sedî 80 hatin çareserkirin.

Têkildarî projeyên par, di raporê de hate destnîşankirin ku rêjeya qîrê ku hate amadekirin 25 hezar metrekab e û ew yek ji bo 12 projeyên li kolanên bajêr bû. sîstema kanalîzasyonê bi dirêjahiya 3 hezar metre hate sererastkirin, xîz bi mîqdara 17 hezar metrekab hate reşandin, peyarê bi dirêjahiya 10 hezar metre hat sererastkirin, torên avê bi dirêjahiya hezar û 500 meter li taxên bajêr hatin firehkirin.

PROJEYÊN SALA NÛ

Di raporê de projeyên sala bê hatin eşkerekirin. Ji wan projeya qîrkirina taxên bajêr, sererastkirina kanalîzasyona xetên sereke û şaxî, berfirehkirina torên avê li taxa Hîlaliyê, Xerbî û Kanala Siwês, restorakirina torên avê li Tenûriyê û avakirina yarîgeha girtî ya li Tenûriyê.

Pêşniyariyên ji bo projeyên sala bê jî ev bûn; avakirina sûka firotina masiyan, peydakirina jeneratorên mezin ji bo tevahiya herêmê, zêdekirina hejmara basên veguhastinê, avakirina xeteke kanalîzasyonê ji bo taxên Elaya, Cûdî, Cirnik, Cimaye  Hîlaliyê û çêkirina devikên baranê li nav taxên bajêr.

Piştî xwendina rapora salê bi dawî, sînevîzyonek li ser xebatên şaredariyê hat pêşandan û piştre beşdaran li ser raporê nîqaş kir.

PÊŞNIYARIYÊN KOMÎNÊN GEL Û ŞAREDARIYÊ

Piraniya nêrînan kêmasiyên hevserokên şaredariyê rexne kirin, her wiha paşguhkirina taxên rojhilatê bajêr û tunebûna parkan di taxa Enteriyê de hat rexnekirin.

Her wiha, beşdaran pêşniyar kir ku nivîsgeheke lêkolînan ji bo danîna projeyên guncaw di demên guncaw de bê vekirin û rûberên keskahiyê li nav bajêr bên zêdekirin. Beşdaran pêşniyar kir ku cihên taybet bi jenetoran li nava taxên dûrî park û dibistanan bên erkdarkirin, girîngiyê bidin çemê Ceqceq û avakirinên avahiyên bêserûber bên sînordarkirin, sînorek ji diyardeya vekolîna li sendoqên çopan bê danîn.

Piştî ku hin pêşniyar hatin nîqaşkirin, şaredariyê destnîşan kir ku ew ê van pêşniyar û projeyan bi awayekî berfireh lêkolîn bikin, da ku bixin plan û projeyên xwe yên salane.

ANHA