​​​​​​​Heres Cumhûrî li Şamê gelek ciwan girtin

Dewriyeyên ‘Heres Cumhûrî’ piştî êrişa li dijî bendeke kontrolê hemleya serdegirtin û girtinê li Qudseya ya Şamê pêk anî û gelek ciwan girtin.

​​​​​​​Heres Cumhûrî li Şamê gelek ciwan girtin
10 ÇILE, 2023   12:33
NAVENDA NÛÇEYAN

2 dewriyeyên Heres Cumhûrî (Pasdarên Komarê) yên hikumeta Şamê hemleyeke serdegirtin û girtinê li Qudseya ya Şamê piştî êrişa li dijî bendeke kontrolê pêk anî.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), 2 êriş li dijî bendeke kontrolê ya Heres Cumhûrî pêk hatin.

Serdegirtin li dijî gelek mal û taxên li nêzî Mizgefta Omer Bin Ebdulezîz pêk hat û di encamê de 9 ciwan hatin girtin û rakirin Şamê da ku lêpirsînê li ser xwepêşandana êvarê li taxê pêk hatibû, bikin.

Di heman demê de dewriyeyan careke din êvarê saet di 8′an de serdegirtin pêk anî û bendên nesabît li herêma têketina Qudseya û herêma di navbera bajarê û taxa Wurod de danî û 5 welatî girtin.

Li gel rewşa hêrsa gel a li herêmên hikumeta Şamê ev yek pêk hat. Çavdêran hişyarî li ser paşguhkirina hikumeta Şamê ji xwestekên gel û tevliheviya rewşa debarê li tevahî herêmên wê da û da zanîn ku rewşa civakî ji ber birçîbûn, xizanî û qeyrana aborî li ber teqînê ye.

Ji ber krîza debarê û ewlehî li herêmên hikumeta Şamê, welatî berê xwe didin herêmên Rêveberiya Xweser. Ji ber ku ewlehî û rewşa aborî ji herêmên din ên Sûriyê baştir in.

(fr)