​​​​​​​Parlamenterên HDP’ê: Ji bo şikandina tecrîdê em ê her tiştî bikin

Nobeta parlamenterên HDP’ê ya li dijî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan, 14 roj e didome. Parlamentera HDP’ê Nûran Îmir got “Ji bo şikandina tecrîdê çi bikeve serê milê me, em ê bikin.”

​​​​​​​Parlamenterên HDP’ê: Ji bo şikandina tecrîdê em ê her tiştî bikin
10 ÇILE, 2023   12:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Parlamenterên HDP’ê li hemberî tecrîda Îmraliyê 14 roj e nobeta edaletê didomînin. Parlamenterên HDP’ê Remziye Tosûn, Mehmet Ruştu Tîryakî, Mahmut Celadet Gaydali, Erol Katircioglu, Erdal Aydemîr, Kemal Bulbul, Kemal Pekoz, Huseyîn Kaçmaz, Muazzez Orhan Işik ve Nuran Îmîr beşdarî çalakiya îro bûn.

Nûran Îmîr di çalakiyê de diyar kir ev tecrîd bandora xwe li ser derûniya hemû mirovahiyê, siyaseta vî welatî û polîtîkayên şer dide û got: “Destilatdariya AKP û MHP’ê bi israr tecrîdê bi taybetî jî girêdayî polîtîkayên şer ku îro dide meşandin jê feyz digire û dixwaze welat di bin taritiyê de û aloziyê de bimîne. Di heman demê kiryarên xwe yên dijmirovahî û dijhiqûqî dide meşandin. Em li hemberî hemû zordariyan û zextan yên li ser gelan tê meşandin di her şert û mercan de di nav têkoşînê de ne. Li girava Îmraliyê hiqûqeke taybet tê meşandin. Ev hiqûqa taybet bingeha xwe û hêza xwe ji ku digire divê bê eşkerekirin. Ji 21’ê Kanûnê heya îro bi dehan parlamenter ji bo ku li grava Îmraliyê çi diqewime, çima ew derî nayê vekirin vê çalakiyê dikin lê desthilatdariya AKP û MHP’ê li hemberî hemû çalakiyan durûtiyê dike û bêdengiya xwe didomîne.”

Nûran Îmîr got: “Fikr û ramanên me, xemên bi milyonan welatiyên me hene. Ev xwestek ne tenê xwesteka me ye. Ji sala ku bi komployeke navneteweyî teslîmê Tirkiyeyê hat kirin heya îro tecrîdeke mayînde tê meşandin. Lê bi taybetî jî ev du sal in birêz Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re nikare hevdîtin bike. Hinceta ku desthilatdarî dide nîşandan diyar dike ku ev desthilatdar hiqûqa xwe binpê dike. Hîn zedetir pêşiya kaosê vedikin. Em dizanin hûn bi polîtîkayên şer emrê desthilatdariya xwe dirêj dikin. Ev tecrîda ku hûn li Îmraliyê dimeşînin jî parçeyekî şerê taybet e. Di vî şerî de her roj bi sedan mirov jiyana xwe ji dest didin. Ji aliyekî ve jî di bin xizaniyê de ne. Hem qanûnên Tirkiyeyê û hem jî yên navneteweyî tên binpêkirin.

‘DERIYÊ ÎMRALIYÊ VEKIN’

Divê desthilatdarî dev ji neyartiya Kurdan û dijberiya siyaseta demokratîk berde. Ji bo şikandina tecrîdê li ser me çi ferz be, em ê vê bikin. Bi rojan e em parlementerên gel di nav çalakiyan de ne, ev çalakî li kijan welatî bihata kirin ew ê desthilatdariyê hemû karên xwe bida sekinandin û çareserî jê re bidîta. Lê ji ber ku sûdê ji vê yekê digirin, bi vê yekê emrê desthilatdara xwe dirêj dikin. Li hemberî vê rewşa xetere de em di nav çalakiyê de. Ev 2 sal in parêzerên birêz Ocalan nêzikî 300 caran serî li Wezareta Edaletê dane lê ne erênî ne neyînî bersiv nehatiye dayîn. Her wiha CPT ji bo hevdîtinê çûbû girava Îmraliyê em pê hesiyan Ocalan bi CPT’yê re hevdîtin nekiriye. Divê desthilatdariya AKP'ê deriyê Îmraliyê veke, heyeteke serbixwe, parêzer û heyetên me biçin girava Îmraliyê. Dev ji vê binpêkirinê berdin. Îro dixwazin pergala li Îmraliyê li hemû derê mîsoger bikin, lê em ê destûr nedin. Em dixwazin ev welat bi fikr û ramanên azad bi pêş bikeve. Bi qedexeyan, bi polîtîkayên ewlehiyê pêşketina vî welatî çênabe. Bi kuştinê jî çênabe. Em ê bi riya hiqûqê roleke dîrokî bilîzin. Ji ber ku tu agahî ji girava Îmraliyê nayê di kesayetiya hevserokên me de, wekî parlamenterê HDP'ê me serlêdan kir lê heya niha tu bersiv nehatin dayîn. Em bang li Wezareta Edaletê dikin divê demildest heyeteke serbixwe bişînin Îmraliyê û deriyê Îmraliyê ji aştî û çareseriyê re bê vekirin.”