​​​​​​​ʹ Li hemberî bazara Şam-Enqereyê bisekininʹ

Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Şehba û Efrînê ya bang li hemû gelên Sûriyê kir ku li dijî nêzîkbûna dewleta Tirk û hikumeta Şamê bisekinin û got: " Ev nêzîkbûn ne di berjewendiya Sûriyê de ye, tenê wê gelê Sûriyê ji vê nêzîkbûnê ziyanê bibîne."

​​​​​​​ʹ Li hemberî bazara Şam-Enqereyê bisekininʹ
8 ÇILE, 2023   12:32
ŞEHBA

Endamên Partiya Sûriya Pêşerojê-Meclisa Şehba û Efrînê li navçeya Ehrezê ya kantona Şehbayê kom bûn û daxuyanî da.

Daxuyanî bi zimanê Kurdî ji hêla endama Partiya Sûriya Pêşerojê Rûken Hisên ve û bi zimanê Erebî ji aliyê Berpirsê Ofîsa Rêxistinî ya Paritiya Sûriya Pêşerojê ya şaxa Heleb û Efrînê  Mihemed Nedîm ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ʹʹSûriye ku di dirêjahiya dîrokê de dergûşa şaristaniyan û navenda pêşengiya gel û neteweyan bû û  ji derdorê re bû ronahiyek. Gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe rûreş û dagirkerî qebûl nedikir û ji bo azadî û demokrasiyê hertim li pêş bû.ʹʹ

 Di berdewama daxuyaniyê de bang li gelê Sûriyê hate kirin ku ji bo pêşxistina civakê, mîsogerkirina mafên mirovan û ji bo gihandina civakê ber bi ewlehiyê ve tê bikoşin.

Di daxuyaniyê de îşaret bi destkeftiyên şehîdan hate kirin û hate gotin, " Me bi hezaran şehîd û birîndar dane. Em qebûl nakin ku rejîma Tirk destkeftiyên me  radestî  rejîma şovenîst a Baasî bike. ʹʹ

Meclisa Şehba û Efrîn ya Partiya  Sûriya Pêşerojê  bang li welatiyên Sûriyê yên li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de kir : "Metirsiya me li ser çarenûsa birayên me ên Sûrî heye. Ji ber wê  em we vedixwînin ku em di aliyê siyasî û leşkerî de di bin sîwana xwediyên şoreşa rast  (QSD û MSD) de bibin yek. Daxwazên me yên azadî, demokrasî û diyarkirina çarenûsê mafek e ku di hemû peyman de hatine mîsogerkirin. Pêşiyên dewleta Tirk anku Osmaniyan 400 sal welatê me hukum kir, cehalet û wêranî anî serê me, bi navê îslamê ji bo  berjewendiya xwe tevdigeriya, lê îslam jê bêguneh e.ʹʹ

Partiya Sûriyeya Pêşerojê-Meclisa Şehba û Efrînê her wiha bang li hemû welatparêz, azadîxwazan û şoreşgerên li dijî neheqiyê kir ʹʹJi dewleta Tirk dûr bikevin, ji bin baskên wî û serpereştiya wî ji wan re derkevin û li hemberî bazara rejîmên Tirk û Şamê bisekinin, ji ber ku ev herdu  rejîm berjewendiyên gelê xwe li ber çavan nagirin. Em peymanên rûreşî û şermê  û  destên Tirkiyê di welatê me yê Sûriyê de qebûl nekin. Dewleta Tirk bi rêya nûkirina  peymana Edeneyê û nûjenkirina wê ji 5 heta 32 km di nav axa Sûriyê de ye û dixwaze Mîsaqî Millî zindî bike.ʹʹ

Meclisê îşaret bi vê yekê kir ku  rejîma Tirkiyê bo bidestxistina destkeftên aborî û siyasî dev ji opozisyona Sûriyê ya ku piştgiriya wê dikir berda û got: ʹʹDem hatiye ku ew kes li xwe vegerin, li dora Hêzên Sûriya Demokratîk kom bibin, ji bo berjewendiya welat kar bikin,  ji bo pêkanîna biryara /2254/ û garantîkirina mafên destûrî yên her kesî bixebitin. Bila armanca me ji bo avakirina Sûriyeke nû be,  ji bo vegera ewle ya hemû koçberan li welatê xwe t be, ji bo azadkirina hemû girtiyan û kesên bi darê zorê windakirî di girtîgehên rejîma Sûriyê de be. Bila armanca me ji bo bidestxistina wekheviya di navbera jin û mêran de û  pirrengî di çand û partiyan de. ʹʹ

Partiya Sûriyeya Pêşerojê- Meclisa Şahba û Efrînê bang li hemû gelên Sûriyê kir ku li dijî nêzîkbûna Şam û Enqereyê bisekinin û got: "Ev nêzîkbûn ne di berjewendiya Sûriyê de ye. Tenê gelê Sûriyê wê ji ber vê nêzîkbûnê ziyanê bibîne."

ANHA