Meclisa Leşkerî ya Suryanî salvegera damezirandina xwe pîroz kir

Fermandariya Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Suryanî salvegera 10′an a demezrandina meclisê li gelên Suryan û Asurî pîroz kir û got, ji bo mîsogerkirin û parastina destekftiyên şehîdan divê çareyeke siyasî were dîtin.

Meclisa Leşkerî ya Suryanî salvegera damezirandina xwe pîroz kir
8 ÇILE, 2023   11:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Suryanî bi boneya salvegera 10′an a damezrandina meclisê daxuyaniyê nivîskî da.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin: "Ruxmî hemû astengiyan, Meclisa Leşkerî ya Suryanî di dirêjahiya 10 salên borî de  li gorî derfetên xwe ked û fedekariyan dan ku hebûna gelê xwe ya li ser xaka xwe ya dîrokî biparêz, rûmet û mafên wê yên rewa mîsoger bike.

Ji dema ku me erka têkoşîna li dijî rêxistinên terorîst û şerê li dijî rejîmên totalîter ên paşverû girtiya ser milê xwe ve, em li hember van rêxistinan mertalên zindî ne. Em kêliyekê jî li dijî rêxistinên terorîst dudilî nebûn û me bi hevkariya şirîkên xwe yên welatparêz û Koalîsyona Navneteweyî şerê terorê kir da ku ewlehiyê li tevahî herêmên rizgarkirî, mîsoger bikin. Hîna ev rola li dijî terorê didome.

Em Meclisa Leşkerî ya Suryanî dibînin ku pêwîstî bi çareyeke siyasî heye ku yekitiya xaka Sûriyê û destkeftiyên ku di dirêjahiya salan de bi keda şehîdan hatine bidestxistin, were parastin û mîsogerkirin. Ji ber ku şehîdan bi fedekariyên xwe nexşrêya ber bi serkeftin û rizgarkirinê û pêkanîna destkeftiyan ve ji me re xêz kir.

Em soza xwe ji gelê xwe yê Suryan-Asur re nû dikin ku em li soza xwe ne û şopdarên xeta wan bikin heta ku vê qonaxa dijwar derbas bikin û ewlehiyê pêk bînin. Bê guman destekdayîn û piştgiriya gelê me di vê qonaxê de dê îsrar, berxwedan û vîna me li hember hemû astengiyan xurt bike."

(fr)