Li Çînê ji ber qezaya trafîkê 17 kesan jiyana xwe ji dest da

Li eyaleta Ciyangşî ya Çînê di qezaya trafîkê de 17 kesan jiyana xwe ji dest dan û 22 kes jî birîndar bûn.

Li Çînê ji ber qezaya trafîkê 17 kesan jiyana xwe ji dest da
8 ÇILE, 2023   08:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Polîsên eyaleta Ciyangşî ya Çînê ragihad ku li eyaleta wan di qezaya trafîkê de herî kêm 17 kesan jiyana xwe ji dest dane  û 22 kes jî birîndar bûne.

Li gorî daxuyaniya polîsan, qeza ji ber leza zêde û xirabiya hewayê pêk hatiye.