Pêşangeha wênexêzên zarokên Efrînê bi dawî bû

​​​​​​​Pêşangeha wênexêzên zarokên Efrînê ya  ku li Qamişloyê hatibû vekirin, di roja sêyemîn de bi dawî bû.

Pêşangeha wênexêzên zarokên Efrînê bi dawî bû
7 ÇILE, 2023   15:30
 QAMIŞLO

Kombenda Efrîn a civakî û Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) di 5'ê Çileyê de pêşengeheke wênexêzên zarokên Efrînê li bajarê Qamişlo vekir. Di pêşangehê de derdora 100 wênexêz hatin pêşandan. Zarokan di wêneyên xwe de azarên koçberên Efrînê yên li kampên kantona Şehbayê, çanda Efrînê û darên zeytûnan dan pêş.

/ar/uploads/files/2023/01/07/144343_img_0408.webp

Şandeya MSD'ê, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Daîreya Têkiliyên Derve, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan û şêniyên Qamişlo serdana pêşangehê kir.

Rêveberiyên pêşangehê diyar kirin ku dê bi nirxên firotina  wênexêzan pêwîstiyên zarokên şehîdan ên ji Efrînê koçber bûne, bi cih bînin.

(dm)

ANHA