Li Minbicê 2 bazirganên hişbirê hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Minbicê 2 bazirganên madeyên hişbirê girtin û gelek çek û cebilxaneya bi wan re desteser kirin.

Li Minbicê 2 bazirganên hişbirê hatin girtin
7 ÇILE, 2023   08:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser malpera xwe daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 5`ê Çileyê Hêzên li dijî Tawanan 2 kesên ku bazirganiya madeyên hişbirê li Minbicê dikirin, hatine girtin.

Li gorî daxuyaniyê, ev made, çek û cebilxane hatine desteserkirin: 199 hebên Protekara, çekeke kalaşnîkof, 69 mermiyên 9 mm û 10 bombeyên destan.

Hat destnîşankirin ku di dema lêpirsînê de ew kes li xwe mukir hatin ku ji bo pereyan madeyên hişbir belav kirine û firotine.

Kesên gumanbar radestî Dozgeriya Giştî hatin kirin.

(cx)