Li Hemayê gerînendeyê dibistanekê bi destê xwendekarekî hate kuştin

Li gel tevliheviya ewlehiyê li herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de, duh gerînendeyê dibistaneke li Hemayê bi destê xwendekarekî hate kuştin.

Li Hemayê gerînendeyê dibistanekê bi destê xwendekarekî hate kuştin
7 ÇILE, 2023   08:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan (SOHR) duh li taxa Qisûr a Hemayê xwendekarekî bi kêrê êrişî gerînendeyê dibistana xwe kiriye.

SOHR`ê diyar kir ku gerînende ji ber birînên xwe yên xedar li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye.

Her wiha rêjeya sûcan li herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de li gel tevliheviya ewlehiyê zêde dibe.

Li hember vê bûyerê bertek derketin û bikarhênerên sosyal medyayê tevliheviya ewlehiyê li herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de û tunebûna çavdêriya ewlehiyê şermezar kirin.

(şx)