​​​​​​​Dewleta Îranê du xwepêşandêrên din bi dar ve kirin

Hêzên dewleta Îranê 2 kesên ku tevlî xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bûne, bi dar ve kirin.

​​​​​​​Dewleta Îranê du xwepêşandêrên din bi dar ve kirin
7 ÇILE, 2023   08:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên dewleta Îranê vê sibehê Muhamed Mehdî Karamî û Seyîd Muhemed Huseyînî bi hinceta ku tevlî xwepêşandanên li Îran û Rojhilat bûne, bi dar ve kirin.

Ji dema destpêkirina serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ve û heta niha 4 kes hatine bidarvekirin.

Beriya niha jî Muhsîn Şikarî, Mecîd Riza Rehnewerd hatin bidarvekirin.

Serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê didome. Di vê serhildanê de heta niha zêdetirî 500 kes hatine kuştin û nêzî 20 hezar kes jî hatine girtin.