Rojnameyên erebî: DAIŞ li Sûriye û Iraqê stratejiyeke nû pêk tîne

Dosyaya çeteyên DAIŞ’ê, rewşa Lubnanê û Lîbyayê mijarên sereke yên rojnameyên erebî yên îro ne.

Rojnameyên erebî: DAIŞ li Sûriye û Iraqê stratejiyeke nû pêk tîne
3 ÇILE, 2023   07:54
NAVENDA NÛÇEYAN

ʹTEVGERA HERÊMÎ YA DAIŞʹÊ Û GEFÊN NÛ’

Rojnameya Şerq El Ewsat li ser dosyaya DAIŞʹê wiha nîvisand: "Dawiya Mijdara borî rêxistina DAIŞ ragihand ku şefê wan Ebû El Hesen El Haşimî piştî 7 mehan ji wergirtina erkê, hat kuştin. Rêxistinê tavilî navê xelîfeyê nû Ebû El Hisên El Huseynî ragihand. Ji wê demê ve çekdarên DAIŞʹê çalakiyên li Iraq, Sûriyê û Misirê digire ser xwe. Çavdêran ku ji Şerq El Ewsat re axivîn, bal kişand ser biryareke rêxistinî ya navendî ya vegerandina çalakiyan û got ev tevger ne tenê çalakiyeke ferdî ye.

Ji dema ku DAIŞ kontrolkirina bajarê Mûsil ê Iraqê di sala 2017ʹan de ji dest daye, çekdarên wê êrişên cuda pêk tînin û dest danîne ser hin cihan. Piştî Ebû Bekir El Bexdanî û Ebû El Hesen El Haşimî û niha jî Ebû El Hisên El Huseynî erka rêvebirina rêxistinê wergirtiye.

Di 10 rojên dawîn de, çekdarên DAIŞ’ê li bajarê Reqayê êriş pêk anîn û navendên ewlehiyê kirin hedef. Ev êriş ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk ve hatin têkbirin. Li Iraqê jî endamên DAIŞ’ê êrişî hêzên polîsên bajarê Kerkûkê kir. Ya herî dawîn êrişa li ser benda ewlehiyê ya li bajarê Îsmaîliyê yê Misirê bû ku DAIŞ’ê girt ser xwe.

Li beramberî van êrişan, li gorî SOHR’ê, hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞʹê roja duşemê çalakiyên hewayî li rojhilatê Sûriyê pêk anîn. Di encamê de endamekî rêxistina DAIŞ’ê li gundewarên Dêrazorê hat kuştin.

Lêkolînerê kar û barên komên tundraw Amr Ebdulmonim dibêje fermanên navendî ji bo van êrişan hene ku ji aliyê fermandariya bilind a nû ya DAIŞ’ê ya bi nûneratiya Ebû El Husên El Huseynî hatine derxistin. Amr Ebdulmonim ji El Şerq El Ewsat re got 2 alî hene ku rêxistin dixwaze bi operasyonên xwe yên dawîn wan muxatab bigire; ya yekem hikumet û Koalîsyona Navneteweyî ya şerê li dijî rêxistinî ye û ya duyemîn jî rêxistina El Qaîde ye.

Ebdulmonim vê mjarê wiha şîrove dike; ji bo aliyê hikumetan, DAIŞ teqez dixwaze hêza xwe dewam bike û bi van çalakiyan ziyanan bigihîne dijberên xwe. Her wiha dixwaze hêza xwe ya rêxistinî ji hevrikên xwe yên El Qaîdeyê re bide xuyakirin.

Lêkolînerê dozên ewlehiyê yên herêmî Mihemed Fewzî dibêje stratejiya heyî ya DAIŞ’ê li herêmên wekî Sûriyê û Iraqê êdî cuda ye. Mihemed Fewzî ji Şerq El Ewsat re diyar kir ku xebata heyî ya rêxistinê xwe dispêre stratejiya tengavkirin û lawazkirina hêzên ewlehiyê û artêşan.

Ebdulmonim got dibe ku DAIŞ çalakiyên din li kûrahiya dewletên Ewropayê pêk bîne da ku ji dewletên cîhanê re bide xuyakirin ku tevî zehmetiyan an jî çalakiyên li dijî fermandarên wê hîna heye û dikare tev bigere."

ʹLUBNAN 2023: AN ÇARESERÎ AN HILWEŞANDINʹ

Li ser rewşa Lubnanê, rojnameya El Beyan wiha nîvisand: "Sala 2023ʹyan hatiye û hêviya lubnaniyan ew e ku aloziyan derbas bikin. Trajediya herî dawîn reva bi rêya keştiyekê bû ku li beramberî berava Selata ya bakur xirab bû. Lê di encama xebatên Hêzên Deryayî yên Lubnanê de, ji bilî jineke sûrî û zaroka wê, 232 kes ji xeniqandinê hatin rizgarkirin. Bûyera din jî derbeya bi guleyan a li balafirgeha Beyrûtê bû. Hîna nehat zanîn ku gulebaran ketober bû yan na.

Her du bûyer ku wêneya tarî ya lawazbûna dewleta Lubnanê û hilweşîna saziyên wê nîşan didin, roja yekemîn a sala nû dilgiraniyek ji bo lubnaniyan çêkir.

Lihevhatineke siyasî heye ku sala borî tu planek ji bo çareseriyê pêk neanîn, belkî çîna serdest dê di civînên ku di meha dawîn a sala 2022ʹyan de dîmenên îtirazê, paşvekişîn û nêzîkbûna çêkirî temam bike. Heta niha serokekî nû ji bo komarê hilnebijartine. Ji wê zêdetir hilweşîne diravê Lubnanê, têkçûna rêveberiyên fermî dewam dikin. Ji bo sala nû jî metirsî hene ku aloziya siyasî girantir bibe.”

‘MECLISA BILIND A DEWLETÊ DIYALOGÊ BI PARLAMENTOYÊ RE DIDOMÎNE’

Têkildarî rojeva Lîbyayê rojnameya El Itîhad a Îmaratê wiha nivisî: “Meclisa Bilind a Dewletê ya Lîbyayê duh biryar da ku ji nû ve diyalogê bi parlamentoyê re bidomîne piştî ku ev xebat heta 3 hefteyan hatibû taloqkirin.

Endamekî meclisê ku nexwest navê xwe eşkere bike, diyar kir ku Meclisa Bilind di civîna xwe ya li Terablusê de biryar da ku diyalog bi parlamentoyê re li ser hemû asta dîsa dest pê bike.

7`ê Kanûna 2022`yan serokê Meclisa Bilind a Dewletê Xalid El Mirşî, biryara taloqkirina peywendiyan bi serokê parlamentoyê Eqîle Salih re û xebatên komîteyên hevbeş da, ta ku qanûna avakirina dadgeheke destûrî li Bingaziyê li şûna daîreya destûrê ya dadgeha bilind a li Terablusê, were betalkirin.

23`yê Kanûnê jî parlamento li gorî daxuyaniyeke hevbeş a her du meclisan, dev ji avakirina dadgeheke destûrî li Bingaziyê berda.

Heman endamê meclisê bi bîr xist ku meclisê bi rêya dengdayînê, vexwendina serokê Meclisa Bilind Xalid El Mirşî ku bi serokê parlamentoyê Eqîle Salih re li Xidamis di 11`ê Çileyê de bicive jî red kir.

Pêncşema borî, Meclisa Serokatiyê ya Lîbyayê di xîtabeke fermî de bang li li Salih û El Mirşî kir ku li Xidams di 11`ê Çileyê de bicivin da ku aloziya siyasî ya li welêt çareser bibe.”