​​​​​​​Meclisa Sivîl a Dêrazorê civîna xwe ya salê li dar xist

Meclisa Sivîl a Dêrazorê civîna xwe ya salê bi dirûşma “Bi hev re me dest pê kir û bi hev re em ê pêşeroja Sûriya pirreng-demokratîk-nenavendî ava bikin” li dar xist, tê de zehmetî û astengiyên ku di 2022’yan li pêşiya wê derketine nîqaş kirin.

​​​​​​​Meclisa Sivîl a Dêrazorê civîna xwe ya salê li dar xist
​​​​​​​Meclisa Sivîl a Dêrazorê civîna xwe ya salê li dar xist
​​​​​​​Meclisa Sivîl a Dêrazorê civîna xwe ya salê li dar xist
​​​​​​​Meclisa Sivîl a Dêrazorê civîna xwe ya salê li dar xist
​​​​​​​Meclisa Sivîl a Dêrazorê civîna xwe ya salê li dar xist
3 ÇILE, 2023   14:55
DÊRAZOR

Civîn li navenda Meclisa Sivîl a Dêrazorê hat lidarxistin û tê de endamên komîteyên meclisê û nûnerên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdar bûn.

Di civînê de cîgirê hevseroketiya Meclisa Rêveber  a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hesen Koçer behsa geşedanên siyasî yên li herêmê kir.

Koçer wiha got: “Civîna sêalî ya di navbera wezîrên berevaniyê yên dewleta Tirk a dagirker, Rûsya û hikûmeta Şamê de dide xuyakirin ku hikûmeta Şamê xwe radestî Rûsyayê kiriye û hemû mercên wê qebûl kirine, qebûlkirina vê lihevkirinê ji aliyê hikûmeta Şamê ve jî tê wateya qebûlkirina dagirkirina deverên din ên Sûriyê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve û qebûlkirina dagirkeriya wê.”

Koçer destnîşan kir ku ev lihevkirin li ser hesabê xwîna gelê Sûriyê tên kirin ku gelê Sûriyê dibe qurban û got: “Ji aliyekî din ve jî ev lihevkirin dê herêmên Rêveberiya Xweser bixe tengasiyê da ku projeya wê ya demokratîk têk bibe.”

Koçer wiha domand: “Dewleta Tirk a dagirker Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi ‘terorê’ tawanbar dike, lê belê tevahî cîhan dizane ku ew alîgira herî mezin a terorê ye û gelek serçeteyên DAIŞ’ê wek Ebû Bekir El Bexdadî li Idlibê û nêzî sînorî dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin.”

Koçer diyar kir ku DAIŞ di dema dawî de nexasim hemwextî êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalak bû, nîşana wê yekê jî êrişa DAIŞ’ê ya li dijî navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê bû, lê dîsa jî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li dijî şaneyên terorî lêgerîn dest pê kiriye û li Til Hemîs û Holê wan digire.

Piştre, cîgirê hevseroketiya Meclisa Rêveber a Dêrazorê Ebdurezaq El Rehîm rapora salê ya meclisê ya 2022’yan xwend û tê de behsa rewşa rêxistinî û xebatên komîteyên Meclisa Sivîl a Dêrazorê hat kirin.

Dûre sînevîzyonek li ser xebatên Meclisa Rêveber ên di aliyên tenduristî, xizmetguzarî, perwerdeyî û aborî de hat pêşandan.

Di dawiya civînê de deriyê nîqaşê li ber beşdaran hat vekirin, zehmetî û astengiyên ku di par de li pêşiya komîteyên meclisê derketine hatin nîqaşkirin û teqezî bi girîngiya domandina xebatê di hemû aliyan de hat kirin.

 (mh)

ANHA