​​​​​​​Ji 16`ê Îlonê de li Îranê 516 kes hatine qetilkirin

Li gorî bîlançoya Komeleya Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê, di serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” de heta niha 516 kes hatine qetilkirin, 19 hezar û 204 xwepêşandêr jî hatine binçavkirin.

​​​​​​​Ji 16`ê Îlonê de li Îranê 516 kes hatine qetilkirin
3 ÇILE, 2023   11:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Komeleya Çalakvanên Mafê Mirovan a Îranê (HERANA) bîlançoya serhildana gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji 16’ê Îlona 2022`yan heta 2’yê Çileya 2023`yan eşkere kir.

Li gorî bîlançoyê, 516 kes hatine qetilkirin, ji wan herî kêm 70 kes temenê wan jêr 18 saliyê ye. Her wiha 19 hezar û 204 xwepêşandêr hatine binçavkirin.

Di raporê te tê gotin ku heta duh li 161 bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê xwepêşandan hatine lidarxistin.

Dewleta Îranê bi sûcdariya “Li ser erdê belavkirina xebariyê” û “Şerê li dijî xweda” cezayê darvekirinê li beşek ji kesên hatine binçavkirin biriye.

Heta niha ji xwepêşandêran Muhsên Şikarî û Mecîd Reza Rehinewerid hatine darvekirin.