Birûska Cizîrê didome: 14 DAIŞ`î û kesên biguman hatin girtin

Operasyona Birûska Cizîrê li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ`ê dewam dike. Di wê çarçoveyê de, QSD`ê li navçeyên Hol û Til Birakê 14 çete û kesên biguman ku girêdayî DAIŞ`ê ne, girtin.

Birûska Cizîrê didome: 14 DAIŞ`î û kesên biguman hatin girtin
2 ÇILE, 2023   11:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî mijarê, Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) îro li ser malpera xwe daxuyaniyek weşand. Daxuyanî wiha ye:

“Hêzên hevbeş di çarçoveya Operasyona Birûska Cizîrê de, operasyonên lêgerîn û kontrolkirinê ji bo şopandina şaneyên rêxistina DAIŞ`ê ya terorîst û rûxandina cihên wan li bajarokên Hol, Til Birak û Til Hemîsê di roja 5`emîn de dewam dike.

Di operasyonên lêgerînê yên duh li gundê Simêha yê rojavayê Til Birakê û gundê Ete yê rojavayê bajarok de, 3 kesên ku gumana piştgiriya lojîstîk ji şaneyên DAIŞ`ê re li ser heye, hatin girtin û ketin lêpirsînê.

Li bajarokê Holê jî, hêzên operasyonê girt ser cihên veşartinê û malên ku şaneyên terorîst û hevkarên wan xwe tê de vedişartin. 11 çete û kesên biguman di dozên cuda de û di nav de hevkarên revandina malbatên DAIŞ`iyan ji kampa Holê û piştgiriya lojîstîk ji wan re, hatin girtin.

Operasyona Birûska Cizîrê ku hêzên me bi hevkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Koalîsyona Navneteweyî di 29`ê Kanûna 2022`yan de daye destpêkirin, ji bo şopandin û girtina şaneyên rêxistina terorîst a DAIŞ`ê ye ku li nava mal û mezreyên sivîlan li gundewarên başûrê Qamişloyê, gundewarên rojhilatê Hesekê xwe veşartin û di demên dawîn de gelek êriş li dijî hêzên ewlekariyê, rûspiyên eşîran û karmendên sivîl ên li herêmê û êrişên li dijî kampa Holê pêk anîne.

Her wiha armanca operasyonê ew e ku rê li DAIŞ`ê bigirin ku hewl dide xwe ji nû ve bi rêxistin bike û sûdê ji mercên ku bi êrişên dewleta Tirk a dagirker re li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê peyda bûne re wergire ku li herêmê hemwextî êrişên dagikeriyê êrişên terorîstî jî zêde bûn.”

<iframe width="676" height="380" src="https://www.youtube.com/embed/x21YZa9BZq0" title="القوّات المشتركة تواصل عملية صاعقة الجزيرة ضد خلايا داعش الإرهابية" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>