​​​​​​​Hiqûqnas Aram Hacî: Tecrîd derqanûnî û dermirovî ye

Lêkolîner û hiqûqnas Aram Hacî da zanîn ku tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan "tedbîreke derqanûnî û dermirovî ye" û sedemên wê siyasî ne.

​​​​​​​Hiqûqnas Aram Hacî: Tecrîd derqanûnî û dermirovî ye
18 kanûn, 2022   03:25
KOBANÊ

Desthilatdarên dewleta Tirk a dagirker, piştî ku rêber Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî ku di 9′ê Cotmeha 1998′ê de hate girtin, ji 1999′an ve di girtîgehê de radigire.

Ji dema dîlgirtina rêber Ocalan ve, desthilatdaên dewleta Tirk tecrîdeke giran li dijî wî disepînin. Herî dawî di 25′ê Adara 2021′an de birayê rêber Ocalan, Mehmet Ocalan 5 deqeyan bi telefonê pê re axivî û dûre qut kirin. Piştî wê telefonê rêber Ocalan ne malbat ne jî parêzerên xwe dît û tu agahî jê tune ne.

Di 20-29′ê Îlonê de nûnerên CPT′yê serdana Îmraliyê kir, lê agahî der barê rewşa rêber Ocalan û girtiyên din de zelal nekirin. Piştî serdanê, Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di 29′ê Mijdarê de diyar kir ku di serdanê de rêber Ocalan tev li civînê nebûye. Bi wê re buroyê metirsiyên xwe li ser rewşa rêber Ocalan anîn ziman.

′DÎLGIRTIN DERQANÛNÎ YE′

Têkildarî mijarê, lêkolîner û hiqûqnas Aram Hacî wiha got: "Xwedîderketina li doza rewa mîna doza Kurd û hewla çareserkirina wê bi awayekî demokratîk, medenî û aştiyane berpirsiyarên krîmînîlazkirina ji ser her kesî tev lê bûye bi dûr dixe. Ji ber vê yekê, bi hinceta kirina sûcê li dijî wan wekî tedbîrên girtin û ragirtinê tune ye."

Hacî wiha domand: "Kiryara li dijî birêz Ocalan û hevrêyên wî pêk tê sûcek e. Ew di bingeh de derqanûnî û weke sûcekê nayê zanîn heta ku di aliyê qanûnê de were muhasebekirin, mebesta min doza Kurd e. Ji ber wê jî tedbîrên girtin, ragirtinê betal in û tiştê li ser derewê hatiye avakirinê derew e. Ew jî ji bilî ku rêgeza ne sûcê û cezayê. Ev girtin wek tedbîrekê tê dîtin."

Hacî wiha pê de çû: "Dema li ser girtinê diaxivin; bi wateya ku kes ji azadiya takakesî ji aliyê qanûnê ve mehrûm e, girtin bi wateya netawanbarkirina vî kesî di aliyê qanûnî de tê. Dema ev kes ne tawanbar be tê wateya heta tawanê wî tê îsbatkirin, ew ne tawanbar e. Anku tawanbar di navbera girtin û ragirtinê de ye. Ji ber ragirtin piştî hat îsbatkirin ew kes tawanbar e, biryara qanûnî ya tawanê hate dayîn û ceza li dijî wî hate birînê, pêk tê. Girtin jî girêdayî rawabûna girtî ye, ev rawanbûn jî divê desthilat tawanbar heta îsbat dibe ku ceza kir, di aliyê qanûnî de rewa bihesibîne. Ji ber ne mehkûm e û di aliyê dadweriyê de netawanbar e. Ger kesekî di aliyê dadweriyê de ne tawanbar be û desthilat li dijî wî tedbîrên derqanûnî, dermirovî û derexlaqî bibirin, wê demê sîfeta tawanbariyê ji ser girtî diçe û li kesê digire bar dibe."

Her wiha Aram Hacî diyar kir ku heta weke girtî hatin hesibandin anku tedbîrên neyênî yên azadiyê hatin girtin û xistin girtîgehê, ev girtin bi wateya tu biryareke mutleq a tawanbariyê tune ye û dema ku tu biryareke mutleq tune be, tê wateya ew neyên tawanbarkirin û bi pransîba tawanbar bê tawan e were girêdan û navenda qanûnî ya bêtawaniyê tê çi wateyê? Tê wateya ku tawanbar were serbestberdan û tawîzên ji ber girtina wî werin dayîn. Lê îsrara li ser girtin tedbîrên bêserûber, derqanûnî û dermirovî ne û nîşaneyek li ser serxwebûna dadwerî û edliyetê têkildarî darizandinê tê danîn."

Hacî ev tişt got: "Tiştê li dijî birêz Ocalan û hevrêyên wî di girtîgeha Îmraliyê de pêk tê mixabin girtin û ragirtin bê ser û ber, derqanûn, dermirovî û derexlaqî ye û tu hêmanên qanûnî, dadwerî û mirovî tune ne."

Aram Hacî diyar kir ku ev hemû nîşaneya mijarên din têkildarî nerawabûna dan û standinê didin anku polîtîzakirina dadweriyê nîşan dide. Ji bilî wê jî ew doz dûrî mafên mirovan e û tu sîfeta mirovbûyîn li ser tune ye û bi tu hincetê nabe ji mafên xwe bê par bimîne. Ji ber mijar girêdayî ragihandina cîhanê ya mafên mirovan, peymanên navneteweyî yên mafên medenî, siyasî û mafê jiyanê ya her kesî di aliyê qanûnî de ye û nabe ji wan bê par bimîne.

′LI PEY TECRÎDÊ PAŞXANEYÊN SIYASÎ HENE′

Têkildarî tecrîdê Hacî ev tişt anî ziman: "Ew yek tedbîreke bêserûber, derqanûnî û dermirovî ye. Ger em li sedemên wê bigirin divê em dûrî dadweriyê bigerin anku li sedemên wê yekê bigerin û ez jî wan sedeman siyasî dibînim da ku qutbûnek di navbera birêz Ocalan û siyaseta li Tirkiyê û herêmê bi giştî pêk tê de, çêkin. Ji ber ku bandorên wî yên aktîf û armancên wî dizanin û dewleta Tirk jî vê yekê naxwaze. Ji ber nakeve xizmetî stratejiyên wê yên dijminane û şovenîstên li hember doza Kurd li hundir û derve."

Der barê serdana dawî ya CPT′yê ji Îmraliyê re Hacî ev tişt pirsî: "Di rastiyê de ev serdan bi xwe re gelek pirsan derdixe holê, gelo çima CPT′ê ev serdan kir? Çima bi kesî re par ve nake? Ger ew serdan çêbûye, çima encamên wê ranagihîne?Çi nahêle ew encaman ragihîne?Ger serdana pêk nehat, çima pêk nehat?Çima ev bêdengî? Ma ne ji mafê mirov e pirs bike çi bûye û çi dibe?Bi wê re mirov dikare bêje CPT′ê bi erkên xwe ranebû."

Girêdayî paşguhkirina navneteweyî li ser çareserkirina doza tecrîdê Hacî wiha dawî li gotina xwe anî: "Ev pirseke cewherî û girîng e û bersiva wê berpirsiyariya civata navneteweyî ye çi ji aliyê pêkanîna berpirsiyarên xwe li hember doza Kurd mîna dozeke rawa, adilane bi rêya pêkanîna mîsaq û peymanan e yan jî pêkanîna bi erka xwe li hember birêz Ocalan û hevrêyên wî wek girtiyên di aliyên qanûn û dadweriyê de ne tawanbar in. Bi wê re ew ji ber ragihandina rêgez, mîsaq û peymanan li pêş pêkanîna berpirsiyariyên mirovî, exlaqî û navneteweyî ye."

(fr)

ANHA