​​​​​​​Panoramaa hefteyê: Pêleke îstîfaya komî ya karmendên hikumeta Şamê

Li gel paşdeçûna aborî ya li herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de, li Derayê pêleke îstîfaya komî, li aliyekî din çavdêran metirsiyên xwe têkildarî tevliheviyeke mezin li Lubnanê li gel berdewamkirina rewşa aborî, civakî û siyasî ya dijwar anîn ziman.

​​​​​​​Panoramaa hefteyê: Pêleke îstîfaya komî ya karmendên hikumeta Şamê
18 kanûn, 2022   04:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî hefteya borî, behsa îstîfayên komî yên karmendên hikumeta Şamê, metirsiyên ji ber tevliheviya li Lubnanê û kar û barên Yemenê kirin.

‘LI DERAYÊ ÎSTÎFAYÊN KOMÎ’

Rojnameya Şerq El Ewsat têkildarî rewşa Sûriyê wiha nivîsî: “Karmendên Sûriyê ji ber rewşa li ser wan hatiye ferzkirin azaran dikişînin. Mûçe têrê nakin, di heman demê de rê nadin ku dev ji wî karî berdin û rêyeke din a debarê bibînin. Li gorî hin karmendên li Derayê, di hemû aliyên jiyanê de li Sûriyê bihabûneke anormal heye.

Karmendekî li Derayê dibêje, mûçe 27 doldaran derbas nake anku 130 hezar lîreyên Sûriyê ye. Di heman demê de karmendên ku zêdetirî 15 rojan dev ji karên xwe berdin, ji 3 heta 5 sal ceza lê tê birîn û cezayê pereyan bi qasî mûçeya salekê tê birîn.

Heman karmend wiha axaftina xwe berdewam dike: “Yekane deriyê vekirî li pêş karmendan îstîfa ye, ev jî ne gengaz e, pêwîstî bi bertîlê heye ku hin caran digihêje nêzî 3 milyon lîreyên Sûriyê li hember qebûlkirina îstîfayê.

Îsal li Derayê pêleke mezin a îstîfayan hebû ku dişibe reva komî ji daîreyên fermî.

Karmendeke Gerînendetiya Perwerdeyê ya Derayê jî ji rojnameyê re got: “Rojane zêdetirî 10 daxwazên îstîfayê tên gerînendetiyê, hemû tên redkirin ji ber ku alternatîf nîn in. Di Mijdara îsal de zêdetirî 200 mamosteyî daxwaza îstîfayê pêşkêş kir.”

Sendîkayên xebatê li hember vê rewşê bê çare ne û nikarin rê li ber vê hilweşînê bigirin.

Çavkaniyekî hikumetê ku ji me re axivî, diyar kir ku ev îstîfayên komî dê bibin sedem ku daîreyên fermi ji karmendan vala bibin. Ev jî metirsiya karesatekê dide.”

‘LI LUBNANÊ METIRSIYÊN JI TEVLIHEVIYÊ’

Têkildarî rewşa Lubnanê rojnameya El Ereb wiha nivîsî: "Ewlehiya civakî ji bo çavdêrên qada Lubnanê fikaran çêdike. Nemaze ku li welat aloziyên diravî û siyasî dewam dike ku di encamê de welatiyên Lubnanê berdêlên giran didin.

Wezîrê karên hundir ê berê yê Lubnanê Merwan Şirbil ji ber rewşa ewlehî ya ku heta niha xwe ragirtiye, mamtayî maye û dibêje mirov bawer nake, hemû welatên cîhanê rewşa civakî, jiyanî û siyasî ya Lubnanê dibînin ku hîna neteqiyaye, lê li gorî şîrovekaran hindik maye civak rabe.

Nirxê dolar li hemberî lîreyê Lubnanê bilind dibe û niha 43 hezar lîre derbas kiriye, texmîn hene ku hîna pereyê Lubnanê paşde biçe ku bi rêya mûçeyên karmendan tê xerckirin.

Bazarên Lubnanê li gorî nirxê dolar dan û standinê dikin. Ev yek bandoreke mezin li buhayê kel û pelan û xizmetan dike. Aloziya debarê ya welatiyan kûrtir dibe ku nikarin pêwîstiyên xwe peyda bikin û rêjeya bêkariyê zêde dibe. Li gorî raporan rêjeya bêkariyê ji sedî 40 derbas kiriye.

Tê texmînkirin ku di mehên bê de buhayên kel û pelan, madeyên xwarinê û malên ku ji derve tên, di navbera ji sedî 20-50 bilind bibin.

Li gorî raporên navneteweyî, piraniya niştecihên Lubnanê di peydakirina mafên xwe yên civakî û aborî de, bê çare ne, bi taybet malbatên ku qûta wan diyar e.

Di aliyê siyasî de jî valahiya cihê serokatiyê dewam dike û hêviyên ku aliyên siyasî li ser navê serokkomar û avakirina hikumetekê li şûna ya Necîb Mîqatî ya ku dema wî derbas bûye, tune ne ku welat ji vê rewşa aloz derxe.

‘BI MILYONAN YEMENÎ BÊ AV IN’

Têkildarî rewşa Yemenê rojnameya El Beyan wiha nivîsand: “Rêxistinên navneteweyî da zanîn ku zêdetirî nîvê şêniyên Yemenê nikarin xwe bigihînin xizmetguzariyên avê û kanalîzasyonan. Di heman demê de hîna Hûsî nûkirina agirbesta ku NY′yê pêşkêş kiriye, asteng dikin.

Di planeke xebatê de ku UNICEF′ê têkildarî xizmetguzariyên avê û kanalîzasyonê amade kiriye, tê destnîşankirin ku li Yemenê di 5 salên borî de krîzeke mirovî rû da û hişyarî da ku hîna rewşa mirovî metirsîdar e.

Li gorî plana xebatê, pêdiviya gelek yemeniyan bi alîkariyê heye. Ji ber ewlehiya xwarinê tune ye, xizmetguzariyên bingehîn û binesazî hatin wêrankirin. Her wiha xizmetguzariyên girêdayî tenduristî û perwerdeyê jî zirar dîtin.”

ANHA