​​​​​​​Jin di nava pencên qirkirin û sîstema baviksalarî de ye- Hêvîdar XAÎLID

​​​​​​​Jin di nava pencên qirkirin û sîstema baviksalarî de ye- Hêvîdar XAÎLID
18 kanûn, 2022   00:46

Herêma Rojhilata Navîn ku dergûşa şaristaniya mirovan, çavkaniya zanist, raman û felsefeyê bû, bûye navenda hemû pirsgirêk û nakokiyên cîhanê. Helebet çanda netewe-dewlet a ku li herêmê avabûye, roleke sereke di vê pirsgirêkê de list û hişt ku ev herêm bibe qada aloziyan.

Tevahî gelên ku li vê erdîngariyê dijîn, di nava aloziyan tengijî ne û pê bandor bûne. Zarok, mezin, ciwan û jin bi taybet li hemberî hemû cûreyên zilm, pişaftin, tundî û çewistandin rû bi rû ne. Li vê erdîngariyê şer û nakokiyên domdar ên mezhebî, taîfî û neteweyî rû didin.

Li herêma Rojhilata Navîn a li ser sêleke sor e, gel ji ber şer, komkujî, aloziyên aborî, ewlehî, siyasî, civakî û mirovî azaran dikişînin. Bi taybetî Kurdistan veguheriyeke navenda sereke ya van şer û aloziyan. Gelê Kurd bûye qurbanê siyasetên dewletên serdest, bi taybet jinên Kurd di navabera pencên siyasetên pergelên fikrê netewe-dewlet de ne.

Diyardeya qetilkirina jinan ku hêzên modernîtiya kapîtalîzma global dimeşînin, ji aliyê rejîma Tirk ve li Bakurê Kurdistanê, li Başûrê Kurdistanê ji aliyê desthilatdaran ve, li Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê dewleta Îranê ve, li herêmên dagirkirî yên Sûriyê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve tê kirin. Ev hêzanan di hemû qadên jiyanê de şerê jinên têkoşer dikin û hewl didin îradeya wan bişkînin.

Ji aliyê bav, bira û hevjînan ve, jin bi navê "Şerefê" tên qetilkirin û cenazeyên wan li çolan tên avêtin. Rojane em nûçeyên trajedîk ên li ser qetilkirina jinan û êrişên zaynedî yên li ser wan dibihîzin. Hin jin serê wan tê jêkirin, hin tên recimkirin û di gorên nenas de tên definkirin. Ji wê zêdetir tundiya dirûnî ji aliyê desthilata baviksalarî ve li ser wan tê meşandin. Ev hemû bi hemû wateyên xwe qirkirina komî ya li dijî jinan e.

Eger em balê bikişînin ser  rewşa li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, em bibînin ku jin bê rehm tên qetilkirin, ji ber ku pergala heyî ya li Tirkiyê li ser esasê qetilkirin, wêrankirin, înkarkirina jinan û tunekirina hehûna wan hatiye avakirin. Desthilatdar dijberiya jinan û têkoşîna wan dikin û bi xwîneke sar wan qetil dikin. Qatil ji bê hesab tên hiştin. Li vî welatî qanûnên parastina jinan ji qetilkirin û cezakirina sûcdaran tune ne. Hîna bi sedan jin di girtîgehên faşîzmê de ne û rewşa wan a tenduristiyê her ku diçe xirab dibe.

Zihniyeta baviksalarî ya ku di saziyên dewletê de xwe sepandiye, jinan wekî kole dibînin, ji ber vê yekê hewl didin bi hemû rêbazan wan bi kar bînin. Helbet ev rewş ne tenê li Tirkiyê heye, heman demê li gelek dewletên din, di nav de dewletên Ewropayê yên ku qaşo xwe demokrat dibînin, heye.

Li herêmên Sûriyê yên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, rewşa jinan ji rewşa jinên li Tirkiyê dûr nîne. Dema êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, jinên pêşeng ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin. Li wan herêman rojane jin tên qetilkirin, revandin, tecawizkirin û bi zorê tên zewicandin. Ev herêm veguherîne navendên terorê. Ji bilî van sûcan jî qedexe ye jin bi tenê ji malê derkevin. Heman sûcên ku çeteyên DAIŞʹê li dijî jinên Şengalê kiribû, li herêmên dagirkirî ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve têne kirin. Jin tên çewisandin, bêdengkirin û hebûna wan tê tunekirin.

Li Başûrê Kurdistanê jin bi rêbazên derexalqî tên hedefkirin, di malan de tên qetilkirin û li kolanan tên tirsandin. Dixwazin jiyan û îradeya jinan bi temamî kontrol bikin. Ji ber tundiya mêrê serdest gelek jinan dawî li jiyana xwe anîn.  Ev wêneya ku pergala desthilatdar ji jinan re diyar kirine, dixwaze jin di bin desthilata wan de bimînin û çawa bixwazin wan bi kar bînin.

Li Îranê jî pêleke mezin a tundî û binpêkirinan li ser jinan tê meşandin. Me dît çawa "Polîsên exlaqê"  berî 3 mehan jina Kurd a ciwan Jîna Emînî  bi hinceta ku baş porê xwe nenixwumandiya li Tehranê qetil kir. Li Îranê rojane sûc û binpêkirinên li djiî jinan, bi taybetî jinên çalakvanên mafên mirovan û yên jinan têne kirin, bi dehan jin di girtîgehên dewletê de ne û hemû cûre îşkence li wan tên kirin. Li gelekan jinên girtî cezayê darvekirinê tê birîn û tên qetilkirin.

Di roja me ya heyî de civak bi parçebûnekê re rû bi rû ye, ku mîna wê di dîrokê de çênebûye. Tevna civaka exlaq û polîtîk hatiye qetandin. Ji aliyê desthilatdaran ve civak tê qirkirin û jin dibin qurbana yekemîn a van polîtîkayan. Ji wê zêdetir civakê nirxên xwe yên pîroz ji dest daye. Hinek di nava pere û xweşî û şadî ne, li beramberî wê hinek ji birçî, xizanî û bêçarebûnê dimirin. Rewş wisa dewam dike. Ev hemû encamên lîstok û binpêkirinên ku desthilata netewe-dewlet li ser jinan pêk tînin e.

Ruxmî hemû cûreyên tundiyê, jin ji her demê bêtir dikare rabe, xwe birêxistin bike, li hemberî polîtîkayên qirkirinê bisekine, nemaze piştî ku diruşma "Nezanî, pişaftin, qirkirin ne qedereke ku li ser eniya jinan hatiye nivîsandin, lê belê zanebûn, rêxistinkirin, yekkirina îrade, têkoşîna hevpar qeder be" esas girtin.

Divê jin li hemberî polîtîkayên qirkirinê têkoşîneke topyekûnê pêk bîne. Ruxmî siyasetên çewisandinê ku li hemberî wê tên meşandin, jin xwedî îradeyeke xurt  û rêxistinbûyîneke xurt e ku dikare dawiya polîtîkayên qirkirinê bîne. Divê jinên her çar parçeyên Kurdistanê û Rojhilata Navîn li hemberî polîtîkayên li dijî wan hevgirtina xwe xurt bikin û bernameyekê deynin da ku karibin destkeftiyan ji hemû jinan re pêk bînin û bi reng û cewherê xwe bijîn.

ANHA