ʹDewleta Tirk hewl dide herêmeke tampon dijî Kurd û Ereban ava bikeʹ

Pispor û şîrovekarên misirî bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelan şermezar kirin û diyar kirin ku dewleta Tirk hewl dide herêmeke tampon li bakurên Sûriyê û Iraqê li dijî hebûna Ereb û Kurdan ava bike.

ʹDewleta Tirk hewl dide herêmeke tampon dijî Kurd û Ereban ava bikeʹ
14 kanûn, 2022   03:41
QAHÎRE- MUHSIN EL MESRÎ

Pispor û şîrovekarên ji Misirê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê ji ANHAʹyê re axivîn.

ARMANCA DEWLETA TIRK GUHERTINA DEMGORAFIYA HERÊMÊ YE

Pisporê kar û barên Tirkiyê Dr. Ûsama El Seîd diyar kir ku hedefkirina binsaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyê girêdayî çavneberiyên Tirkiyê û projeya wê ya kontrokirina bakurê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê y.

Dr. Ûsama El Seîd anî ziman ku dewleta Tirk armanca xwe ya avakirina herêmeke tampon li dijî hebûna Kurd û Ereban li Bakur û Sûriyê û Iraqê û hewldanên avakirina kemberekê di navbera Kurdên li Sûriyê û Iraqê û yên li başûrê Tirkiyê de venaşêre.

El Seîd îşaret bi vê yekê kir ku dewleta Tirk bi rêya wêrankirin û hedefkirina binsaziya bakurê Sûriyê hewl dide rêjeya koçberiyê ji van herêman zêde bike, di encamê de demografiya herêmê biguhere û got: "Armanceke diyar e heye ku serokê dewleta Tirk a dagirker Erdogan eşkere ragihand, dema got ku ew dixwaze sînorekî ji hebûna kurdên li ser sînorê başûrê Tirkiyê re deyne."

El Seîd da zanîn ku ji ber girêdana xurt a gelê Kurd bi xaka xwe û herêmên xwe ve, zehmet e Erdogan planên xwe pêk bîne.

Dr. Ûsama El Seîd bal kişand ser bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk ên li bakurê Sûriyê û got, ev bêdengî nimûneyeke eşkere ya pragmatîzmê û durûtiya pîvanên navneteweyî nîşan dide û wiha axaftina xwe dewam kir "Di aloziya Ukraynayê de rojavayî bi temamî keşif bû. Me rêbaza dan û standina bi Ukraynayê re û destekdayîna wê ya bi çek, alîkarî û vekirina sînorê Ewropayê li pşiya koçberên Ukraynayê, pêşwazîkirina wan, peydakirina derfetên kar ji wan re dît, lê sînor li pêşiya penaberên Sûriyê girtin û gule li wan reşandin. Ev ferq û cudahî îsbat kir ku rojavayî bi çavekî exlaqî li aloziyên mirovî nanêre lê bi çavê berjewendî û pragmatîzmê dinêre. Rojavayî rasterast berpirsê rewşa li Sûriyê ne, ji ber ku piştgirî da biçekirina şoreşa Sûriyê û şoreş veguherand şerekî navxweyî ku di encamê de bi sedhezaran sûryayî bûn qurbanî."

El Seîd diyar kir ku dewletên rojavayî rewşa Sûriyê û sûcên dewleta Tirk ên li bakurê Sûriyê paşguh dike, lê girîngiyê dide Ukraynayê û got: "Ji ber ku Tirkiyê pêwîstiyên rojaviyan li Rojhilata Navîn bi cih tîne. Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û yên rojava naxwazin Tirkiyê bi temamî xisarê bibîne, heman demê naxwazin destê Tirkiy têxin gelek dosyayan. Ji ber vê yekê nêzîkatiyên rojava bi Tirkiyê re bi awayekî mezin xwe dispêre siyaseta şiv û gêzerê ku carê teşwîqên diravî bi kar tîne, car caran jî zextên siyasî û leşkerî dike da ku nêzîkatiyên Tirkiyê sînordar bikin. Divê bi awayekî mezin guh bidin nêzîkatiyên Tirkiyê, nemaze ku istiqrara gelek deveran mîna Lîbya û rojhilatê Deryaya Spî xirab bike. Heger civaka navneteweyî guh nede rêzîkatî û timayên Tirkiyê yên li gelek dewletên Ereban ev mijareke xetere ye û wê bandorên wê yên siberojê li herêmê hebin."

LÎSTOKA BERJEWENDIYAN

Pispora qanûnî û çalakvana hiqûqî Dîna El Muqedem anî ziman ku dewleta Tirk li şûna ku guh bide pirsgirêkên xwe yên hundirîn êrişên dagirkirinê dike û destwerdanê li kar û barên dewletan dike.

Dîna El Muqedem diyar kir ku armanca dewleta Tirk a hedefkirina binsaziya bakurê Sûriyê ew e ku rewşeke aloz, karesateke mirovî biafirîne, şêniyan neçarî koçberiyê bike da ku dagirkirina herêmê hêsan bike.

Dîna El Muqedem îşaret pê kir ku Tirkiyê zulmê li gelê Sûriyê  dike, hebûna wan li ser xaka wan red dike, destwerdanê li rewşa Sûriyê dike û hewl dide rewşa aloz a li Sûriyê dewam bike.

Dîna El Muqedem di dewama axaftina xwe de bal kişand ser bêdengiya navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk û got: "Rojavayî xwedî hesab, berjewendî û rêgez in, kengî pêwîst kir bi cih tînin. Armanc ji cezayên li ser Rûsyayê ne ji ber ku alîgirên Ukraynayê ne yan jî desteka wê dikin, lê belê mijar berjewendiyên aborî ne. Rewşa Sûriyê, azarên mirovan li Rojhilata Navîn bi awayekî mezin rojaviyan elqedar nake û berjewndiyên wan di rawestandina vê rewşê de nîne. Eger berjewendiyên wan di vir de hebûya wê tevahî cîhan mîna ku li hemberî Rûsyayê sekinin dê li hemberî sûcên Tirkiyê yên li Sûriyeyê jî sekinîbana.ʹʹ

ARMANCÊN QIRÊJ

Nivîskar û şîrovekarê siyasî Îbrahîm Şaban destnîşan kir ku li pey êrişên dewleta Tirk ên li ser binsaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyê armancên qirêj ên Erdogan hene û got, Erdogan di bin navê "Herêma ewle" de hewl dide tevahî bakurê Sûriyê dagir bike.

Şaban diyar kir ku êrişên hefteyên borî yên dewleta Tirk ên ser bakurê Sûriyê û êrişên beriya wê yên li ser bakurê Iraqê yên li ser Kurdan tu têkiyên xwe bi êrişa terorî ya li Stenbolê tune ye û wiha domand: "Tu aliyên serbixwe yên Tirkiyê îsbat nekirine ku êriş ji aliyê Kurdan ve hatiye kirin. Lê diyar e ku Erdogan dixwaze herêmeke nû ji bo hegemoniya xw ava bike."

Îbrahîm Şaban bal kişand ser bêhelwestiya Komkara Dewletên Ereban û Konseya Ewlekariyê ya NYʹyê ya li hemberî êrişên dewleta Tirk ên li ser binsaziya bakurê Sûriyê û  wekî tevkariya bi dewleta Tirk re bi nav kir. Şaban got: "Hedefkirina binsaziya Sûriyê, cihên petrol û stasyonên kehrebeyê bi balafirên Tirk sûcek e."

Îbrahîm Şaban ji ber bêdengiya li hemberî sûcên Erdogan hişyarî da û got, ev bêdengî wê cesaretê bide Erdogan ku kiryarên dijminane li gelek welatên Ereban jî pêk bîne.

(bb)

ANHA