​​​​​​​Ji Kongra Star panelên li dijî tecrîdê

Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star a Kantona Hesekê, li dijî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan dest bi lidarxistina panelên ji jinan re kir.

​​​​​​​Ji Kongra Star panelên li dijî tecrîdê
12 kanûn, 2022   14:40
HESEKÊ

Komîteya Jinan a Kongra Star a navçeya Şedadê ya kantona Hesekê, panelek bi sernavê "Pirsgirka jin û siyasetê di nêrîna rêber Ocalan de"  li dar xist. Endamên jin ên komîte, partiyê siyasî, meclisên sivîl yên navçeyên Şedadê, Mergeda, Deşîne, Ebdan û Eşîre tev li panelê bûn.

/ar/uploads/files/2022/12/12/140550_dsc_6077.webp

Di panelê de endama rêveber a Kongra Star a Şedadê  Emîra Seed li ser mijara hevjiyana azad semînerek da.

Beşdaran li ser mijarê nêrînên xwe anîn ziman. Hate gotin ku jinên bi saya ramanê rêber Ocalan destkeftî bi dest xistine û ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan banga xurtkirina têkoşînê kir.

Beşdaran behsa bêdengiya hêzên navneteweyî û rêxistinên hiqûqî û mirovî yên li hemberî zextên li ser rêber Abdullah Ocalan û hate gotin ku kiryarên li dijî rêber Ocalan li dijî exlaq û qanûnên navneteweyî ye.

Endama rêveber a Kongra Star a Kantona Hesekê Rîma Mehmûd li ser armanca lidarxistina van panelan got: "Me dest bi lidarxistina van panêlan li ser asta kantonê kir da ku li dijî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan têkoşînê xurt bikin û  azadiya wî ya fîzîkî mîsoger bikin.ʹʹ

Rîma Mehmûd her wiha got: "Rêber Ocalan di felsefeya xwe cihekî girîng da azadiya jinan. Bi saya fikr û felsefeya wî jin bi azadî dijî. Ji ber vê yekê erka hemû jinan e ji bo azadiya wî ya fîzîkî têkoşînê bikin."

ANHA