​​​​​​​Li Minbicê siyaseta dewleta Tirk a dagirker û rêbazên têkbirina wê hatin nîqaşkirin

Endamên rêveber ên MSD’ê destnîşan kirin ku ew hewl didin li civînên navneteweyî doza Sûriyê vekin û kirîzê bi rêbazên aştiyane çareser bikin. Her wiha diyar kirin ku siyaseta derve ya wan, Rêveberiya Xweser û QSD’ê hewldanên Tirkiyê yên dagirkirina herêmê û destpêkirina êrişeke bejayî têk birin.

11 kanûn, 2022   18:51
MINBIC

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) li bajarê Minbicê civîneke girseyî ji bo nîqaşkirina geşedanên dawî yên herêmê bi dirûşma “Êrişên dewleta Tirk li gel rewşên siyasî, encam û pêwîstiyên çareseriya siyasî” li dar xist.

Di civînê de endamên saziyên sivîl ên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê, Meclisa Leşkerî ya Minbicê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, rûspî û serokeşîr, Yekitiya Parêzeran û nûnerên partiyên siyasî beşdar bûn. Civîn li hola Çand û Hunerê ya navenda bajêr hate lidarxistin.

Di destpêka civînê de endamê Desteya Rêveber a MSD’ê Hesen Mihemed geşedanên siyasî yên dawî der barê êrişên Tirkiyê ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de şîrove kirin.

TIRKIYÊ HEWL DIDE SÛDÊ JI NAKOKIYA NAVNETEWEYÎ BIGIRE Û TIMAYÊN XWE PÊK BÎNE

Hesen Mihemed wiha axivî: “Ji destpêka Buhara Erebî ve ti çareserî li Sûriyê nehatine dîtin, Sûriye navenda şerê cîhanî ye. Ji ber şerê li herêmê kirîz nehat çareserkirin. Tirkiyê hewl dide ku ji şer û nakokiyên navneteweyî sûdê bigire û armancên xwe pêk bîne. ÎRAN jî di çarçoveya berfirehkirina projeya Şîî li herêmê û parastina Îranê de ket Sûriyê, her wiha dewletên herêmî û yên mezin jî ji bo parastina berjewendiyên xwe ketine Sûriyê.”

BI PÊKANÎNA SIYASETEKE HEVSENG BI HEMÛ HÊZÊN HERÊMÎ RE ME ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK RAWESTANDIN

Elî wiha domand: “Êrişa Tirkiyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo tirsandina gel, ferzkirina dorpêça aborî ye da ku gel birçî bikin. Her wiha ji bo koçberkirina gel e. Lê belê plan li gor daxwaza Tirkiyê neçû, me bi rêya siyaseteke hevseng ku bi hemû hêzan re meşandiye operasyona dagirkeriyê ya bejayî ya li dijî herêmê da rawestandin. Ev jî ne cara yekemîn e, berî 6 mehan jî dewleta Tirk a dagirker gefa destpêkirina êrişekê li dijî herêmê xwaribû û me plana wê ya dagirkeriyê jî da rawestandin.”

Di dawiya axaftina xwe de Elî got: “Dewleta Tirk her ku hilbijartin nêz dibin, bi bihaneya parastina ewlehiya neteweyî li dijî deverên Sûriyê êrişan pêk tîne, ji ber wê divê em xwedî helwesteke sûrî ya niştîmanî bin da ku van êrişan têk bibin.”

DEWLETA TIRK A DAGIRKER HÎN JÎ PLANÊN ÊRIŞKIRINA HERÊMÊ AMADE DIKE

/ar/uploads/files/2022/12/11/170334_aly-rhmwn-28129.webp

Her wiha, cîgirê Desteya Rêveber a MSD’ê Elî Rehmûn got: “Ji ber gelek sedeman pêwîstiya Tirkiyê bi vê operasyonê heye, yek ji bo siyasetên wê yên dagirkeriyê û pêkanîna peymana Millî, ya duyem ji ber kirîza xwe ya aborî ya hundirîn û nêzîkbûna hilbijartinan û ya dawî ji bo qezenckirina piştgiriya gel.”

Rehmûn destnîşan kir ku MSD’Ê karîbû bi rêya siyaseta xwe ya derve ya bi Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) re, êrişa bejayî bida rawestandin, lê belê Tirk wisa qebûl nakin û dê her ji bo destpêkirina êrişeke din amadekariyê bikin û wiha pê de çû: “Çareseriya siyasî ya herî baş e ku maf, azadî û demokrasiyê misoger dike. Em hewl didin ku li civînên navneteweyî doza Sûriyê were vekirin, ji ber wê Tirkiyê hewl dide projeya neteweya demokratîk têk bibe.”

Di dawiya civînê de beşdaran mijarên civînê nîqaş kirin û teqezî bi hevgirtina li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker kir.

(mh)

ANHA