​​​​​​​Li Dêrazorê komxebateke diyalogê hat lidarxistin

Komîteya Jinan a Dêrazorê komxebateke diyalogê bi dirûşma “Doza jinan û siyaset li gor nêrîna rêber Ocalan” li dar xist.

​​​​​​​Li Dêrazorê komxebateke diyalogê hat lidarxistin
11 kanûn, 2022   15:46
DÊRAZOR

Di komxebatê de nûnerên Komîteya Jinan, nûnerên Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya, partiyên siyasî, meclisên sivîl û leşkerî beşdar bûn. Komxebat li hola Meclisa Sivîl a Dêrazorê hat lidarxistin.

Di serî de hevseroka Meclisa Sivîl a Dêrazorê Fatme Merwan wiha axivî: “Ji 5 hezar salan ve pergala serdest jinan paşguh dike û wan wek kole li malê dide nasîn, lê belê di vê demê de û bi saya fikrê rêber Abdullah Ocalan êdî jin bûn xwedî roleke sereke di hemû aliyên jiyanê de.”

Fatme wiha domand: “Jêdera doza rizgariya jinan fikrê rêber Ocalan e, ji ber ku wî rêça azadiya jinan û pêşxistina wan danî.”

Komxebat bi pêşnûmayekê bi dawî bû jê ya herî girîng:

1- Rêveberiya Xweser di aliyê navneteweyê de û derxistina PKK`ê ji lîsteya terorê.

2-Ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan meşandina xebatan.

3-Bang li aliyên navnetweyî û rêxistinên mafên mirovan û NY'yê were kirin kir ku rola xwe di çareserkirina doza rêber Abdullah Ocalan de bilîzin.

4-Komîteya parastina mafên jinan ava bikin da ku gilînameyekê li dijî dewleta Tirk amade bikin û ji dadgehên cîhanê yên peywendîdar re pêşkêş bikin.

5-Li ser asta navneteweyî û dîplomatîk bixebitin da ku raya cîhanî û navneteweyî teşwîq bikin ku piştevaniya doza rêber Abdullah Ocalan bikin.

6-Asta têkoşîna gel bi rêya lidarxistina çalakiyên cuda mezin bikin.

7-Ji bo şîrovekirina fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan panel, komxebat, werşeyên fikrî û civakî, siyasî û çandî bi hemû çalakvanên li cîharê re li dar bixin.

8-Sûc û binpêkirinên siyasî û leşker yên hikumeta Şamê, dewleta Tirk, Îran û Iraqê li dijî jinan belge bikin û wan ji dadgeha cezayan a navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan re pêşkêş bikin.

9-Hemleyên îmze û haştagan bidomînin û banga azadiya rêber Abdullah Ocalan bikin.

10-Bi rêya komîte û desteya hiqûqî ku li ser fikrê rêber Abdullah Ocalan dimeşin, li ser qanûna jinan bixebitin.

11-Perspektîfên rêber Abdullah Ocalan di pratîkê de pêk bînin, bi taybet ên têkildarî azadiya jinan û bidestxistina mafên xwe da ku civakeke azad li gorî rêgeza hevjiyana azad ava bikin. Tê de mêr azad bin û bawer dikin ku azadiya wan bi azadiya jinan ve girêdayî ye.

12-Piştgiriya serhildanên jinan li serasnerî cîbanê, bikin.

13-Li ser avakirina civakeke exlaqî, siyasî û ekolojîk bixebitin.

(mh)

ANHA