Bi wêne û dîmen: Zirara gihîştiye burcê peywnediyan ê gundewarê Girê Spî

Roja Înê dewleta Tirk a dagirker burcê peywendiyan ê li gundewarê Girê Spî topbaran kiribû. Di dîmen û wêneyên ku ajansa me bi dest xistine de zirara mezin ku di burc de çêbûye diyar dibe.

Bi wêne û dîmen: Zirara gihîştiye burcê peywnediyan ê gundewarê Girê Spî
Bi wêne û dîmen: Zirara gihîştiye burcê peywnediyan ê gundewarê Girê Spî
Bi wêne û dîmen: Zirara gihîştiye burcê peywnediyan ê gundewarê Girê Spî
Bi wêne û dîmen: Zirara gihîştiye burcê peywnediyan ê gundewarê Girê Spî
Bi wêne û dîmen: Zirara gihîştiye burcê peywnediyan ê gundewarê Girê Spî
Bi wêne û dîmen: Zirara gihîştiye burcê peywnediyan ê gundewarê Girê Spî
11 kanûn, 2022   07:37
EYN ÎSA

Artêşa Tirk a dagirker roja Înê gundê Salokê yê Girê Spî topbaran kiribû. Di encamê de şebekeya peywendiyan û înternetê li ser herêmeke berfireh qut bûn. Burcê peywendiyan ê li gund bi zanabûn ji aliyê dagirkeran ve hat hedefgirtin û ji xizmetê derket.

Ev ne cara yekê ye ku dewleta Tirk şebekeyên peywendiyan dike hedef. Beriya çenda hefteyan burcekî peywendiyan li gundê Cêşan yê rojhilatê Kobanê jî hatibû hedefgirtin û zirarek mezin pêk hatibû.

Burcê peywendiyan ê li navenda navçeya Zirganê ya kantona Hesekê jî hat hedefgirtin.

ANHA