Ciwanan li ser rewşa rêber Ocalan banga serhildanê li gel kir

Tevgera Ciwanên Şoreşger li Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan destnîşan kir ku ew li ser rewşa rêber Abdullah Ocalan di nava fikaran de ne û diyar kir ku “Rewşa Rêbertî li cem me ji her tiştî girîngtir e, bila tu hêz me bi rewşa wî neceribînin!”

Ciwanan li ser rewşa rêber Ocalan banga serhildanê li gel kir
9 kanûn, 2022   11:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Ciwanên Şoreşger li Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan der barê tecrîda girankirî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan, helwesta CPT’yê û erka ciwanan de daxuyaniyeke nivîskî da.

Daxuyaniyê bi bîr xist ku dewleta Tirk a dagirker li ser rêber Abdullah Ocalan tecrîdeke giran dimeşîne û hate gotin: “Bi berxwedana rêber Apo û ciwanên fedayê wî ev polîtîka vala tê derxistin. Dewleta Tirk a faşîst û hêzên hegomon tu carî ji vî armanca xwe paşve gav neavêtine û her di nav lêgerîna serxistina vê polîtîkaya xwe de ne.”

Ciwanan di daxuyaniya ku de da zanîn ku ev 21 meh e ew ji rêber Abdullah Ocalan agahî nagirin, tecrîd her ku diçe girantir dibe. Herî dawî jî CPT daxuyanî dabû û gotibû wan bi rêber Ocalan re hevdîtin kiriye. Piştre hat zanîn ku pê re hevdîtin nehatiye kirin û CPT gelê Kurd û dostên wî xapandiye û wiha daxuyanî pê de çû: “Vê rewşê em asta jor de cidî dest digirin û dikevin nava gumanên metirsîdar de. Em wek ciwanên Apoyî radigihînin ku ev ji bo me meselekî jiyanî ye, em van planan tenê bi dewleta Tirk a faşîst re sînordar nakin, ev navdewletî ye û helwesta CPT’yê jî ev îspat kiriye.”

‘BILA TU HÊZ ME BI REWŞA RÊBERTÎ NECERIBÎNIN!’

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji roja yekemîn a têkoşîna rêber Abdullah Ocalan de heta îro, dixwazin di şexsê wî de gelê Kurd tune bikin. Ji ber vê yekê hebûna Rêber Ocalan hebûna wa ye: “Dema ku rewş bibe Rêbertî ji bo me ji her tiştî girîntire, jiyan disekine; fedayî bûn û serhildan dikeve meriyetê. Em hemû hêzên kapîtalîst jî hişyar dikin ku tu kes di ti demê de, me bi rewşa Rêbertî re neceribînin! Ev êrîş û ceribandin sebebê rewşên înfal çêbibeye. Ciwanên Apoyî û gelê kurd xelekek agirê dora Rêber Apo ne, ev agir her biçe gûr bibe û dest dirêjiyên li ser rêber Apo bişewitîne.”

Daxuyaniyê bal kişand ser rola gelan di derketina li hemberî tecrîda li dijî rêber Ocalan de û da zanîn ku kesên azadîxwaz pêwîste ji vê deqeyê şûn de jiyanekî asayî ji xwe re heram bikin û heta azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan bi dest nexînin nav çalakiyandabin, hesaban ji hêzên komploger bixwazin. Ji ber xwestina qirkirina gelê kurd li her qadê rewşekî awarte heye, pêwîste ew çalakiyan vegerînin girseyên mezin yê serhildanê.

Di daxuyaniyê de ciwanan bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku hebûn û temsîlîyeta destkeftiyên wan rêber Abdullah Ocalan e û hate gotin: “Êrişên li ser rêber Apo tê kirin û manîpulasyonên demê borî de hatiye belavkirin sedema bi rihê fedayî yê ciwanên Apoyî tevgerandine. Pêwîste hemû jinên ciwan û xortên ciwan şev û roj li ser lingan bin û heta ku agahî ji Rêbertî were girtin û Rêbertî were azadkirin di nava têkoşîn û berxwedanê debin. Em bawer dikin ku bi pêşengiya ciwanan hêzên komploger têk biçin û azadiya fîzîkî ya rêber Apo bi dest bixin.”

(sb)

ANHA