​​​​​​​Aloziya sotmeniyê ya li Derayê di rojeva rojnameyên erebî de ye

Rojnameyên erebî yên vê sibehê têkildarî aloziya sotemeniyê ya li Derayê, rewşa Lîbyayê û Lubnanê nivîsîn.

​​​​​​​Aloziya sotmeniyê ya li Derayê di rojeva rojnameyên erebî de ye
9 kanûn, 2022   09:24
NAVENDA NÛÇEYAN

′JI BER ALOZIYA SOTEMENIYÊ YA LI DERAYÊ XIZMETGUZARÎ FELC BÛYE′

Der barê rewşa Sûriyê de rojnameya Şerq El Ewset ev tişt nivîsî: "Di demên dawîn de li parêzgeha Dera ya başûrê Sûriyê ji ber aloziya sotemeniyê xizmet kêm bûne. Ji beriya mehekê ve li Derayê aloziyeke giran heye.

Li gorî xwediyê benzînxaneyeke li Derayê, mazot li sûkên reş jî tune ye û piraniya stasyonan hatine girtin. Bi wê re buhayê lîtreyeke benzînç 16 hezar lîreyên Sûriyê û yê mazotê  12 hezar lîreyên Sûriyê ye. Her wiha tevgera çûn û hatina erebeyan sekiniye û dikan hatine girtin.

Xebatên çandiniyê û karên cotkaran jî sekinîne. Xwediyên traktoran banga zêdekirina kirêya cotkirinê li gorî buhayê sotmeniyê kir.

Li gundewarên başûrê Derayê piştî ku jenerator hatin vemirandin, xizmetên peywendiyên jî xirab bûn.

Çavkaniyekê ji hikumetê ji Şerq El Ewset re got divê destpêkê mazot li pîşesazî û hilberîneran bên belavkirin, ji ber ku rawestandina wê dê bandoreke neyînî li kel û pelan û xurekê bike.

Di demsala sivistanê de piraniya malbatan êzing an mazota germkirinê hiştine ji rojên sartir re, hinekan jî wesayîtên xwe dane rawestandin tevî ku pê debara xwe dikin.”

‘MECLISA SEROKATIYA LÎBYAYÊ JI BO ÇARESERKIRINA ALOZIYA SIYASÎ ÎNSIYATÎFEK DA DESTPÊKIRIN’

Rojnameya El Itîhad a Îmaratê behsa rewşa Lîbyayê kir û wiha nivîsî: “Meclisa Serokatiyê ya Lîbyayê duh ji bo çareserkirina aloziyê bi rêya hevdîtineke şêwirê di navbera her sê meclisan de (Meclisa Serokatiyê, Meclisa Nûneran û Meclisa Bilind a Dewletê) bi hevkariya bi nûnerê navneteweyî yê taybet bi Lîbyayê Ebdullah Batîlî re, însiyatîfek daye destpêkirin.

Parlamenterê serokatiyê Ebdullah El Lafî jî daxuyand ku ev proje yek ji sûtenên avakirina aştiyê li Lîbyayê ye û projeya hemû Lîbyayiyan e, di bin çavdêriya Meclisa Serokatiyê de bi hevkariya pisporên ji gelek saziyên dewletê û zanîngehên Lîbyayê ye, armanc jê avakirina welatekî bi ewle û îstiqrar û dewleteke nîştimanî ya xwedî serdestî ye.”

‘LUBNAN: VALAHIYA SEROKKOMARIYÊ DIDOME

Der barê rewşa Lubnanê de jî rojnameya El Beyan wiha nivîsî: “Mîna her carê rûniştina 9`emîn a parlamentoya Lubnanê ya ji bo hilbijartina serokkomar bi bin ket. Li gel berdewamkirina nakokiyên di navbera namzetên hêzên desthilatê û berdewamkirina pêşniyarkirina Mîşêl Ewed ji aliyê blokên muxalîf ên partiyan û yên siyasî.”