​​​​​​​Ji PYD`ê bang: Tev li hemleya Haştagê ya Rêveberiya Xweser bibin

PYD`ê bang li her kesî kir ku tev li hemleya Haştagê bibin ku dê Rêveberiya Xweser di 10`ê Kanûnê de ji bo girtina qada hewayî ya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ragihîne.

​​​​​​​Ji PYD`ê bang: Tev li hemleya Haştagê ya Rêveberiya Xweser bibin
8 kanûn, 2022   16:52
 NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi daxuyaniyekê ku li ser malpera xwe ya fermî weşandiye, piştgiriya xwe bi hemleya haştagê rave kir ku dê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 10`ê Kanûnê de ji bo girtina qada hewayî ya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihîne.

Meclisa Giştî ya PYD`ê bang li hemû alîgir, endam, gel û dostan kir ku tev li hemleyê bibin da ku bigihêje seranserî cîhanê, qada hewayî ya herêmê li pêşiya êrişên dewleta Tirk a dagirker bê girtin û terora dewleta Tirk raweste.

(şx)