Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê  serlêdan kir

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo muwekîlên xwe bibînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê da.

Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê  serlêdan kir
8 kanûn, 2022   10:15
NAVENDA NÛÇEYAN 

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rezan Sarica, Raziye Ozturk, Faîk Ozgur Erol û Emran Emekçî ji bo karibin muwekîlê xwe Abdullah Ocalan bibînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê da.

Zêdeyî 19 meh in bi ti awayî agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê wergirtin. Parêzer hefteyê du caran daxwaza hevdîtina bi Rêber Ocalan re dikin, lê belê serlêdan bêbersiv têne hiştin. Carna jî piştî çend mehan ji parêzeran re tê ragihandin ku cezayê dîsîplînê hatiye birîn.

Herî dawî cezayê dîsîplînê 13'ê Nîsanê hatibû birîn û ev ceza 18'ê Cotmehê qediya bû. Lê belê piştre bi rengekî otomatîk ceza her şeş mehan carekê hate dirêjkirin.