Di kêmî hefteyekê de 14 navend û gundên Zirganê hatin hedefgirtin

Di 6 rojên dawîn de dewleta Tirk a dagirker 14 navend û gundên navçeya Zirganê bi zêdetirî 87 top, topbaran kirin. Di nav de navendên giştî û taybet hene.

Di kêmî hefteyekê de 14 navend û gundên Zirganê hatin hedefgirtin
8 kanûn, 2022   06:15
HESEKÊ

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne. Rojane navçeya Zirganê ya rojavayê kantona Hesekê bi dijwarî topbaran dike.

Girêdayî vê topbaranê, nûçegihanê me bîlançoya êrişan a 6 rojan amade kir.

Di 6 rojan de, dewleta Tirk a dagirker navçe, avahiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Şaredariya Gel, gundên Um Hermele, Dada Ebdal û Bobî, Esediye, hola şahiyan a Ciwan a bakurê navçeyê topbaran kirin.

Her wiha gundên Rebîat, Til El Werd, stasyona sotemeniyê ya El Şerq, firina gundê Rebîat ku firina yekane nan ji herêmê re peyda dike, bi çekên giran topbaran kirin.

Gundên rojhilatê navçeyê; Şor rojava û Um El Dibis jî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatin topbarankirin.

Ji ber topbaranê, zirarên mezin gihaştin mal û milkên welatiyên herêmên hedefgirtî.

Li gorî çavkaniyekî leşkerî, dewleta Tirk a dagirker bi zêdetirî 87 topan û çekên navîn navçeya Zirgan û gundên wê topbaran kirin.

(şx)

ANHA